‘Garo Paylan ne bi tenê ye’ 2022-04-24 12:54:06   ENQERE - Garo Paylan ê HDP’yî ku bi pêşniyar qanûna xwe ya li ser naskirina Qirkirina Ermeniyan hedef hat girtin, di medya sanal de hat destekkirin.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Garo Paylan, di 23’ê Nîsana 2022’an de, ji ber 107’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan, li ser nasandina jenosîdê pêşniyar qanûnek pêşkeşî Meclîsê kir. Pêşniyar qanûna Paylan ji aliyê Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop ve bi hêceta ku “li dijî rêznameya navxweyî” ye lê hate vegerandin. Hem parlamenterên AKP’ê hem jî parlamenterên Îyî Partiyê bi daxuyaniyan Paylan hedef nîşandan.    Piştî daxuyaniyên siyasiyan ji organên medyayê yên “alîgir” rojnameyên Yenî Akît û Yenî Şafakê jî Paylan hedef nîşan dan.    ‘GARO PAYLAN NE BI TENÊ YE’   Piştî hedefgirtina paylan bi etîketa “GaroPaylanNebiTenêye (GaroPaylanYalnızDeğildir) xebatên hastagê hatin destpêkirin. Hem partiyên siyasî hem jî sazî peyamên piştgiriya Paylan parve kirin.