Suryaniyan cejna paskalya pîroz kirin 2022-04-24 13:40:31   MÊRDÎN - Dêrên Ortodoks û Protestan ên Suryaniyan ên li Mêrdînê Cejna Paskalyayê bi ayînan pîroz kirin.    Cejna Paskalya ya Vejînê ku cejneke herî girîng a xrîstiyanan e, ji aliyê Suryaniyên Ortodoks û Protestan ve îro dest bi pîrozkirina wê hate kirin. Ayîna ewil di çarçoveya cejnê de li Dêra Kirklar a Mêrdînê hate lidarxistin. Ayîna di dêra dîrokî de hate lidarxistin ji aliyê papazê Dêra Kirklar Horiepiskopos Papaz Gabriel Akyuz û Metropolîtê Mêrdîn û Amedê Mor Filuksinos Saliba Ozmen ve hate birêvebirin. Ayîna ku cemaeta suryaniyan tev li bûyî de dûa hatin xwendin û lawje hatin gotin.  Rituelên ku di çarçoveya xristiyaniyê hatin kirin de Parlamentera HDP’ê Pero Dundar û endamên HDP’ê jî amade bûn. Ayîn bi weaza Saliba Ozmen a têkildarî cejna vejînê ber dewam kir.   Pişt re şekir û hêka paskalya li kesên tev li ayînê bûbûn hate belavkirin û pîrozbahiyên cejnê pêk hatin.