‘Dewletê tenê ermen îmha nekirin, şopên wan jî jêbirin’ 2022-04-24 15:56:01 STENBOL - Endama ÎHD’ê Meral Çildir bal kişand ku beriya qirkirinê 2 milyon niha 60 hezar ermen li Tirkiyeyê dijîn û wiha got: “Dewletê tenê ermen îmha nekirin, şopên wan jî jêbirin.” Komîsyona Li Dijî Nîjadperestî û Cihêkariyê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, têkildarî salvegera Qirkirina Ermenan a 24’ê Nîsana 1915’an li avahiya şaxê bi sernavê “Nas bike, Xwe bide efûkirin, Tazmînatê bide” civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Ji înkarkirina qirkirinê re bes e” hate vekirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, endamên komîsyonê Gulistan Yarkin, Ozge Akyuz û Meral Çildir û endama Platforma Bîranînê ya 24’ê Nîsanê Yildiz Onen û parêzer Jiyan Kaya beşdarî civînê bûn.    ‘NE SÛCE KU MIROV BÊJE QIRQIRINÊ NAS BIKE’   Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ku di civînê de ewilî axivî, diyar kir ku ji sala 2005’an heta 2008’an qet nehatin astengkirin û got: “Ji bo qirkirinê me li cihên girîng daxuyaniyên xwe kirin em nehatin astengkirin. Di sla 2018’an de gotin ‘heke hûn têgeha komkujiyê bikarneyînin hûn dikarin daxuyaniyê bidin’ me jî ev qebûl nekir. Hevalên me hatin binçavkirin. Dozgeriyê biryara azadiya raman da. Derbarê baroyê de jî got ‘sûc nîne’ û biryara beraetê da. Em ji dewletê dipirsin daraza we dibêje ‘gotina qirkirinê nas bike ne sûc e’ wê demê hûn çima asteng dikin?” Keskîn, bi lêv kir ku dixwazin bi awayekî aştiyane her tiştî çareser bikin û got: “Em li cihê xwe ne. Ya ku hatiye guhertin dewlet e. Em ne mecbûr in li gorî we tevbiger in. Em difikirin ku 24’ê Nîsana 2015’an qirkirine. Em dixwazin ku bê naskirin, efû bê xwestin û tazminat bê dayîn.”   ‘DEWLETÊ ŞOPA WAN JÎ JÊ BIR’   Endama ÎHD’ê Meral Çildir jî da zanîn ku li gorî daneyên Patrîkxaneya Ermenan a Stenbolê beriya Şerê Yekemîn ê Cîhanê di Împaratoriya Osmaniyê de nêzî 2 milyon ermen dijîn û wiha got: “Li bajar, bajarok, tax, gund, ji rojava heta rojhilat, bakur heta başûr, seranserê Asyaya Biçûk, 2 hezar û 925 jîngehên ermenan hebûn. Cemaetên ermenan hezar û 996 dibistan, 173 hezar xwendekarên wan ên jin û mêr, 2 hezar û 538 dêr û keşîşxane hebûn. Ji qirkirina 1915’an ve ji van jîngehan tu der neman. Nifûsa ermenan ku niha li welat dijî tê texmînkirin ku nêzî 60 hezaran e û belavî 3 bajarên mezin bûne. Dewletê tenê ermen qetil nekirin, şopên wan jî jê birin.”   “107 SAL IN TÊ ÎNKARKIRIN’   Çildir, diyar kir ku di qirqirinê de tenê mirov nehatin qetilkirin di heman demê de destlênedana civakî jî hate texrîbkirin û got: “Qirkirina Ermenan ev 107 sal in tê înkarkirin. Înkar, di veşartina vî sûcê nexeyalî yê li dijî mirovahiyê de xwedî rol e. Çildir, bal kişand ku qirkirin bi destê “dewletê” hatiye kirin û wiha got: “Înkar binpêkirina mafan a herî berfireh, herî bi bandor û herî mayînde ye. Ji ber vê yekê em dibêjin ‘qirqirinê nas bike! xwe bide efûkirin, tanzîmatê bide.”   WALITIYÊ BÎRANÎN QEDEXE KIR   Endama Platforma Bîranînê ya 24’ê Nîsanê Yildiz Onen jî diyar kir ku walitiyê bi bersiva “guncav nehat dîtin” bîranîna 24’ê Nîsanê qedexe kir û got: “Em her sal suryaniyan, ermenan û kesên hatine qirkirin bi bîr tînin. Em ji waliyê Stenbolê û siyasiyan dipirsin çi hat guhertin? Divê walî bersiva vê pirsê bide. Ji bo em rêzê ji kesên di qirqirinê de jiyana xwe ji dest dan re bigirin, bîranînan li dar dixin, divê bi qirqirinê re hevrû bibin.”   DESTPÊKA PÊVAJOYEKE BIXETER   Onen, bi lêv kir ku piştî parlamenterê HDP’ê Garo Paylan ji bo qirkirina ermenan ji meclîsê re pêşniyazpirsek pêşkeş kir ji aliyê siyasetmedaran ve hedef hate girtin û wiha axivî: “Heke tiştek bi serê Garo Paylan were dê ji ber vê hewldana lîncê bibe. Ev daxuyaniyên hatin kirin mirov xemgîn kirin. Hewldana lîncê ya hin kesên ji Meclîsê dide nîşandan ku destpêka pêvajoyeke gelekî bi xeter e.”