Amedspor ji bo play-offê serketinek girîng bi dest xist 2022-04-24 17:43:13   AMED – Amedsporê li qada xwe Isparta 32 Sporê bi gola Muhlîs Îstemî 1-0 têk bir û ji bo play-off serketinek girîng bi dest xist.  Amedspor ku di Koma Spî ya Lîga 2'yan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TTF) de ji bo play-off li ber xwe dide, di hefteya 36'an a lîgê de li qada xwe Isparta 32 Sporê kir mêvan. Amedsporê, Isparta 32 Sporê di deqa 68'an de bi gola Muhlis Îstemî 1-0 têk bir û ji bo Play ofê serketineke pir girîng bi dest xist.  Lîstik li Stadyûma Amedê ya nû hat lîstin. Alîgirên Amedsporê stadyûmê tije kirin û ji bo piştgiriya Amedsporê bikin, bênavber awaz vedan.    Amedsporê hê di destpêka lîstikê de ji bo serketinê xwe da der. Di nîveka ewil de çar caran keysa golê bi dest xist, lê derbên lîstikvanan cih negirtin.  Amedspor di nîveka dudoyan de jî serwerê lîstikê bû. Di deqa 67'an de penaltiyek bi dest xist. Lîstikvan Mehmet Alaeddînoglû penaltî bi kar anî, lê kalevanê Isparta 32 Sporê nehişt gog biçe kaleyê. Gava gog  ji kalevan pengizî, ji Amedsporê Muhlîs Îstemî zûzûka xwe bera  qada cezayê da û goga ji kalevan pengizî bi derbek şidiyayî şand nava kaleyê. Bi vî awayî Amedspor di deqa 68'an de 1-0 ket pêşiyê. Lîstik 1-0 bi dawî bû.  Bi vî awayî Amedsporê pûanê xwe kir 53 û ji rêza çaran a Koma Spî ket rêza dudoyan. Hefteya bê dê Amedspor bi Akhîsar Belediyesporê re bilîze.