Li ser îtîraza dozger careke din hatin biçavkirin! 2022-04-24 20:07:47   ENQERE - Halîs Bînen ku di çarçoveya "Lêpirsîna Kobanê" de di saetên serê sibehê de bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, li ser îtîraza dozger hat girtin û Sevîm Soylû û Rasîm Çelîk jî hatin binçavkirin.    Di çarçoveya "Lêpirsîna Kobanê" ku Serdozgeriya Komarê ya Enqerê dabû detpêkirin de biryara binçavkirina 91 kesan hatibû dayîn. Ji van kesan tenê 48 kes hatibûn binçavkirin û kirariyên îfadeyên wan îro di saetên serê sibehê de li Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Enqerê temam bûbûn û 18 jê hatibûn girtin û 30 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.      DOZGER ÎTÎRAZ KIR   Li ser îtîraza dozgeriyê Halîs Bînen, Sevîm Soylû û Rasîm Çelîk careke din hatin binçavkirin. Halîs Bînen, li dadgehê hat girtin. Li bendê ye ku Rasîm Çelîk derkeve dadgehê û Sevîm Soylû ku li balefirgeha Xarpêtê hat binçavkirin jî di bin çavan de tê girtin.    Hat hînbûn ku debrarê gelek kesan de careke din biryara binçavkirinê hatiye dayîn.       KESÊN HATINE GIRTIN   Navê kesên hatine girtin wiha ne: Abdûllah Bozkoyûn, Eyupcan Ocal, Erdal Avci, Gulşen Dûran, Berat Anli, Fecrî Tayfûn, Umît Guneş, Zana Doner, Nîzamettîn Onar, Bûrhanettîn Buduş, Hasan Ûgûr Çat, Mehmet Koyûncû, Huseyîn Daş, Atalay Bayrak, Nîhat Gezîcî, Îlyas Tekîn, Navaf Ok û Halîl Aslanlı.