Çalakgerê rojiya mirinê Yildirim: Em ê nebin temaşevanê lîstika tê leyîstin 2022-04-25 09:18:50 STENBOL - Gokhan Yildirim ku 125 roj in bi daxwaza darizandina adil di rojiya mirinê de ye, diyar kir ku Dadgeriya Înfazê û Dadgehên Cezayê Giran, ji serlêdana wan a ji bo qedexe, sînrodarkirin û mafê suhbetê re gotiye ku eleqeya wan pê tuneye û serlêdana wan hewaleyî Wezareta Edaletê kiriye û Wezareta Edaletê jî gotiye ku ne ew dê îdare biryar bide. Sîbel Balaç ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqerê tê girtin û Gokhan Yildirim ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F a Tekîrdagê tê girtin, çalakiya xwe ya rojiya mirinê ku li girtîgehê dest pê kirin, didomînin.    Sîbel Balaç, ji ber ku piştgirî dabû çalakiya bi navê "Karê xwe dixwazim" a kesên ku bi KHK'ê ji karê xwe hatibû avêtin di 10'ê kanûna 2018'an de hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Dû re 8 sal û 45 roj cezayê girtîgehê le hatibû birîn. Balaç, bi daxwaza darizandina adîl di 19'ê kanûna 2021'an de dest bi rojiya mirinê kir û di 8'ê nîsanê de cezayê ku lê hatibû birîn ji aliyê 3'yemîn Daîreya Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. Rojiya Balaç di roja 127'an de didome.    Gokhan Yildirim jî li taxa Gazî ya Stenbolê hatibû binçavkirin û bi angaşta "endamtiya rêxistinê" , "Birîndarkirina qestî" , "xesardayîna mal" hatibû girtin. Yildirim, di 21'ê kanûna 2021'an de bi daxwaza darizandina adil dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû û di 25'ê kanûnê de çalakiya xwe greva birçîbûnê veguherandibûn rojiya mirinê. Yildirim, 125 roj in di rojiya mirinê de ye. Yildirim, ji ajansa me re nameyek şand û derbarê çalakiya xwe û neheqiya ku li wan tê kirin de banga hestiyariyê kir.    WEZARETA EDALETÊ TECRÎD QEBÛL KIR   Di nameya xwe de Yildirim, diyar kir ku demeke dirêj e mafê wan ê suhbetê tê astengkirin û çalakiyên rojiyên mirinê yên li dijî astengkirina mafê suhbetê yên li girtîgehên tîpên F ku di sala 2000'î de hatine kirin bi bîr xist. Yildirim, da zanîn ku di encama van çalakiyan de 122 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan girtî seqet mane û di encama bedelên ku hatine dayîn de di 22'ê çileya 2007'an de Wezareta Edaletê tecrîdê qebûl kiriye û dev ji astengkirina xwe ya "mafê suhbetê" berdaye. Bi vîrûsa koronayê re careke din mafê suhbetê û hemû mafên civakî hatine astengkirin. Rexmî ku li derve tevdîrên vîrûsê rabûne jî li girtîgehan bi hinceta tevdîran mafên me tên astengkirin. Qexexe û sînordarkirinên nexweşxaneyan bi awayekî kêfî didomin. Tecrîda bi salan tê pêkanîn girantir bû. Malbatên me nikarin bên serdana me û em rûyekî cuda nabînin."   BERSIVA WEZARETA EDALETÊ   Yildirim, bi nameya xwe re dosyayek jî şand. Di vê dosyayê de jî Yildirim bersiva Wezareta Edaletê ya ji bo serlêdana Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) ku ji wan kiribûn parve kir. Yildirim, destnîşan kiriye ku Dadgeriya Înfazê û Dadgehên Cezayê Giran, ji serlêdana wan a ji bo qedexe, sînrodarkirin û mafê suhbetê re gotiye ku eleqeya wan pê tuneye û serlêdana wan hewaleyî Wezareta Edaletê kiriye û Wezareta Edaletê jî gotiye ku ne ew dê îdare biryar bide.   'EM Ê NEBIN TEMAŞEVAN'   Di berdewamê de Yildirim, got ku wezaret û îdare bi hev re maç dikin û dixwazin wan jî bikin temaşevan û ev tişt anî ziman: "Lê divê bê zanîn; em girtiyên şoreşger em ê nebin 'temaşevanê' lîstika tê leyîstin. Ji ber ku em vê û neheqiyên mîna vê qebûl nakin di rojiya mirinê de ne. Heta ku em mafê xwe jî bi dest bixin berdewam bikin."   MA / Mehmet Aslan