AYM'ê qedexeya tîpa 'w' ya navên kurdî weke binpêkirin qebûl nekir 2022-04-25 09:22:49 AMED - AYM'ê, qedexekirina navên ku di wan de tîpa "w" heye û kurd li zarokên xwe dikin weke binpêkirin qebûl nekir.  Li Tirkiyeyê, ligel ku navê gelek şîrket û televîzyonên biyanî di belgeyên fermî de bi tîpên "w, x ve q" tên nivîsandin jî dema ku mijar dibe navê zarokên kurdan, tîpên alfebeya kurdî "w, x ve q" bi hinceta ku di alfebeya tirkî de tunene bikaranîna wan tê qedexekirin. Ev qedexekirin hê jî didome û navê zarokên kurdan ên bi tîpên kurdî "w, x ve q" bi tîpên tirkî "v, g-ğ, k" tên guhertin.    Malbata Yilmaz ku di sala 2014'an de li Îzmîrê navê "Ciwan" li zarokê xwe kir jî bi vê qedexeyê re rû bi rû ma. Miduriyeta Nifûsê ya Qaymeqamiya Navçeya Çîglî ya Îzmîrê, bi hinceta ku ne li gorî qanûnan e navê "Ciwan" qebûl nekir û ji bo ku navê "Ciwan" weke "Civan" bê nivîsandin, di 4'ê kanûna 2014'an de îxbar kir. Li ser vê dozgeriyê di 15'ê kanûna 2014'an de li Yekemîn Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê doz vekir. Dadgehê jî biryar da ku tîpa "W" nikare di kirariyên fermî de bê bikaranîn û navê "Ciwan" weke "Civan" bê nivîsandin.    SERÎ LI AYM'Ê DA   Li ser vê bavê Ciwan Abdullah Yilmaz, serî li Dadgeha Bilind da û biryara dadgeha herêmî îtîraz kir. 8'emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind jî di 5'ê mijdara 2017'an de biryara dageha herêmî di cih de dît û biryara wê erê kir. Heman daîre, di 20'ê îlona 2018'an de jî bi hinceta ku daxwazeke şênber a sererastkirina navê Ciwan tuneye daxwaza guhertina nav red kir. Li ser vê Yilmaz, bi biryarên mînak ên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê mijarê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da û serlêdana takekesî pêk anîn   AYM'Ê GUNCAV DÎT   AYM'ê jî bi yekdengî gunertina tîpa "w" ya bi tîpa "v" ya ji bo navê Ciwan bipîvan dît û biryara dadgeha herêmî û Dadgeha Bilind erê kir û serlêdana Yilmaz a vê derbarê de ne di cih nedît.