Pêşmergeyên Dêrîn: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin 2022-04-25 12:34:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşmergeyên Dêrîn diyar kirin ku dê li hemberî êrişa hevpar a PDK û Tirkiyeyê bêdeng nemînin û bang li hemû derdorên siyasî yên kurd kirin ku li dijî vê êrişê bertek nîşan bidin. Berpirs û endamên Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Herêma Federal a Kurdistanê têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê bi Rojnewsê re axivîn. Pêşmergeyan bertek nîşanî êriş û hevkariyan dan û diyar kirin ku dê li dijî van êrişan bisekinin.    Têkildarî mijarê Cîgirê Serokê Şaxê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Silêmaniyeyê Hemereşîd Qeredaxî anî ziman ku weke pêşmergeyên dêrîn, hemû destdirêjiyên li ser xaka Kurdistanê şermezar dikin û wiha got: “Ev çend salin ku artêşên tirk û Îranê sînorê Herêma Kurdistanê derbas dikin. PKK, Komele û Demokratan weke hincet nîşan didin. Ev jî destwerdane û gavek metirsîdare. Herêma Kurdistanê serbixwebûna xwe heye û nabe ku dewleta tirk ziyanê bide welatê me. Divê hemû hêzên kurdistanî li dijî vê êrişî rabin û pêşî lê bigirin. Karên ku dewleta tirk li Başûr dike, karên metirsîdar in.”    ‘EM Ê LI DIJÎ HEMÛ DAGIRKERAN BISEKINÎN’   Berpirsê Şaxa Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Kerkûkê Îbrahîm Mihemed jî ji ber êrişên Tirkiyeyê fikarên wan hene û wiha domand: “Li dijî gelê me karekî qirêjî û nerewa dikin. Yên ku vê êrişê baş dinirxînin, ne kurd in û hestên kurdayetiyê pê re nînin. Em ê li dijî van êrişan derkevin. Emrê me bi şerê ji bo vî welatî re derbas bû. Niha jî bi qasî canê di laşê me de ma ye em ê li dijî hemû dagirkeran şer bikin.”    ‘TIRKIYE DIXWAZE KURDISTANÊ DAGIR BIKE’   Ji Pêşmergeyê Dêrîn ên Helebçeyê Mam Feyrûz jî daxuyand ku xerabtirîn dijminê kurdan Tirkiye ye û wiha bertek nîşan da: “Ya ji wê xerabtir jî hevkariya bi Tirkiyeyê re ye. Tirkiye dixwaze Kurdistanê dagir bike û dest deyne ser xaz û nefat wê. Li şûna hevkariya bi dijmin re, divê hêzên kurd hevkariyê bi birayên xwe re bikin. Heke hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê dengê xwe dernexînin dê Tirkiye heta Çemçemalê biçe. Heke em pêşengtiyê jê re nekin dê nekarin werin. Ez li dijî vê me. Hêvîdarim ku PDK pişta birayên xwe bigire û piştgiriyê nede dijmin.”