Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin 2022-04-25 13:51:32 STENBOL - Welatiyên bi navên Erkan Yildirim û Ferîdûn Osmanagaoglu ku bi mebesta qebûlkirina daxwazên Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim xwestin ber bi Enqereyê ve bimeşin, hatin binçavkirin.    Girtiya bi navê Sîbel Balaç ku li Girtîgeha Jinan a Sîncan a Enqereyê ye û girtiyê bi navê Gokhan Yildirim ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin, bi mebesta qebûlkirina daxwazên wan, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Çalakiya girtiyan berdewam dike. Ji bo ku balê bikişînin ser rojiya mirinê û bi daxwaza edaletê, birayê Yildirim ê bi navê Erkan Yildirim û Ferîdûn Osmanagaoglu biryar dan ku ji pêşiya Edliyeya Kartalê ber bi Enqereyê ve bimeşin. Yildirim û Osmanagaoglu hêj meş dest pê nekirî hatin binçavkirin.   Buroya Hiqûqê ya gel têkildarî miwekîlên xwe li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir û da zanîn ku Yildirim û Osmanagaoglu hatine binçavkirin. Buroyê da zanîn ku çalakiya rojiya mirinê hema hema 120 roj li pey xwe hiştine.