Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin 2022-04-25 14:36:22   ENQERE - Dadgeha Îstînafê, cezayê 2 sal û 6 meh ê girtîgehê ku li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş hatibû birîn, xera kir.    21’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Herêmî ya Enqereyê, bi hinceta ku Serdozgerê Komarê yê Enqereyê yê wê demê Yuksel Kocaman hedef nîşan da ye, 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş birî bû.    JI 25’EMÎN CEZAYÊN GIRAN RE ŞANDIN   Şandeya dadgehê li ser dosyayê lêkolîn kir û diyar kir ku ji ber ku di biryarê de ji bo beşekê sûc ceza hatiye dayîn û ji bo beşekê jî ceza nehatiye dayîn, bi vî awayî hiqûq hatiye binpêkirin û dosya şand 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran.    Bi hinceta ku “Demîrtaş di 7’ê çileya 2020’an li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê de Kocaman hedef girtiye”, derheqê Demîrtaş de doz hatibû vekirin û heta 8 salan jî cezayê hefsê dihat xwestin.    Di danişîna biryarê ya di 28’ê gulana 2021’an ku li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hatibû dîtin de jî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dabûn Demîrtaş. Hem parêzerên Demîrtaş û hem jî dozgerê komarê li dijî biryarê li Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Enqereyê îtîraz kiribûn. Şandeya dadgehê jî biryar da ku sûcê “bi rêya hêza tirsnak a rêxistinan xwarina gefan” nehatiye kirin û biryara da ku ceza neyê dayîn.