TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e 2022-04-25 15:18:49 NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ’yê bi daxuyaniyekê êrişên li ser Şengalê şermezar kir û wiha got: “Destkeftiyên li Şengalê xeta me ya sor e. Ev êriş li dijî vîna gelê me tên kirin.”  Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) têkildarî êrişên li ser Şengalê, daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla endama Dîplomasiyê ya TAJÊ’yê Suham Şengalî ve hate xwendin û Şengalî destnîşan kir ku destkeftiyên Şengalê, xeta wan a sor e.    Daxuyaniya TAJÊ’yê ya têkildarî mijarê wiha ye:   “Weke tê zanîn îro di giştî cîhanê de bi taybet li Rojhilata Navîn rewşa alozî û şer yên herêmê bi destê hêzên sermayedar tên kûrkirin. Ji van şer û aloziyan herî zêde gel û jin êşan dikşînin. Bi taybet di nava sînorê Iraqê de herkes dizane ku dewleta tirk û malbata Barzanî bi hevre plan danîne ku nehêlin dewleta Iraqê aramî bijî û siyaseta xwe ya ku îstîkrara herêmê xira bike kûrtir dike. Li ser hesabên dewleta tirk ku sînorên xwe derbasî axa Iraqê bike heye. Di vê mehê de êrişa li ser qadên Parastina Medayayê hatiye destpêkirin, ne tenê dijî gerîla ye. Li dijî tevahî îradeya gelên Iraq û Kurdistanê ye.   ÊRIŞEKE LI DIJÎ VÎNA GELÊ ME YE   Di vê rojên ku dewleta tirk êrîşî başûrê Kurdistanê dike de artêşa Iraqê ya bi fermana Kazimî tevdigere, êrîşî hêzên me yên Asayîşa Êzidxanê kirin. Ev êriş, êrişeke li dijî vîna gelê me ye. Em jî dixwazin pirsgirêka Şengalê çareser bibe. Me ti carî deriyê diyalogê negirtiye û em nebûne alîgirê şer. Lê em qebûl nakin ku pirsgirêk li ser hesabê destkeftiyên me werin çareserkirin. Destkeftiyên me xeta sor in, ew bi xwîna qehremanên me yên weke Berxwedan, Bêrîvan, Saîd, Dijwar û Zerdeşt’an hatine bidestxistin.   BANG LI KAZIMÎ KIRIN    Me ji 3’yê Tebaxê tecrûbe derxistin. Êdî ne parastin, ne ji rêveberiya xwe em bi hêviya ti kesî ve nahêlin û baweriya xwe nadin ti hêz û aliyan. Em dixwazin bi xwe parastina xwe bikin û xwe birêve bibin. Ev daxwaza me rewa û hiquqî ye û li gorî zagonên Iraqê ye. Ji bo wê em bang li hikûmeta Iraqê û Wezareta Parastinê ya Iraqê dikin ku van hêzan kontrol bikin û ji herêma me derbixin. Di serê her kolanê de panzerekî artêşê danîne. Belavbûna artêşa Iraqê bi vê şêwazê tirs û nerihetî di nav civakê de dide avakirin. Em wek îradeya jinên Şengalê belavbûna artêşê ya li hundirê Şengalê qebûl nakin. Li kî cihê cîhanê artêş ewqas di nav sivîlan de de belav bûye? Bila hikûmeta Kazimî pirsgirêk û nakokiyên xwe li dûrî Şengalê safî bike û li Şengalê li ber erka PDK û dewleta tirk ranebe.   ‘ROJ ROJA HEBÛN Û TUNEBÛNÊ YE’   Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, em bang li tevahiya gelê xwe dikin û dibêjin roj roja hebûn û tunebûnê ye.  Lazime em li hebûna xwe xwedî derkevin. Yêkitî û hevgirtina me bersiva herî bihêz dijî van êrîşan e. Em bang li jinan dikin ku di vê dema dîrokî de bê helwest nemînin û ji bo yêkitiya civaka me pêşengtî bikin. Herî dawî em bang li hemû kesên berpirsiyar, serokeşîr, oldar, siyasetmedar û rewşenbîrên civaka xwe ya êzdî dikin ku bila bi rola xwe rabin. Ji bo van hêzên şerxwaz paşde bikşînin erka xwe bicîh bînin."