Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin 2022-04-25 17:17:28   STENBOL -  Îdianameya Muhammed Eren Sutçu ku bi çek û kêran êrişî avahiya HDP’a Bahçelîevlerê kiribû, hate qebûlkirin. Danişîna dozê ya ewil dê di 7’ê hezîranê de were dîtin.     Êrişkarê bi navê Muhammed Eren Sutçu di 28’ê kanûna 2021’an de bi çek û kêran êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bahçelîevler a Stenbolê kir. Di encama êrişê de Ramazan Dişari û Azîz Şîmşek ên li avahiya partiyê birîndar bûn. Di êrişê de demanceya êrişkar nexebitî û rê li ber komkujiyekê hate girtin. Li ser vê yekê Dişari û Şîmşek li ber xwe dan û êrişkar neçar ma ku ji avahiya partiyê bireve. Êrişkar Sutçu piştre xwe spart firneyeke li nêzî avahiya partiyê û nîv saet piştre jî ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.    Derheqê dosyaya lêpirsînê ya derheqê Sutçu de hatiye destpêkirin jî biryara nepeniyê hate dayîn. Piştî 7 rojên binçavkirinê, Sutçu sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate kirin. Bi sedema “birîndarkirina bi çekê” û “Gefxwarinê”, dozgeriyê xwest ku Sutçu were girtin. Lê belê Dadgeriya Cezayên Sulhê bi şertê hefsa malê Sutçu berda.    LI SER ÎTÎRAZÊ HATE GIRTIN    Piştî bertekên li ser medyaya civakî zêde bûyîn, dozgeriyê îtîraz kir ku Sutçu hatiye berdan. Li ser vê yekê Sutçu dîsa hate binçavkirin û girtin. Sutçu, ev 4 meh bûn li Girtîgeha Metrîsê dihat ragirtin. Îdianameya ku ji hêls Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye amadekirin, ji hêla 7’emîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Bakirkoyê ve hate qebûlkirin.    DANIŞÎN DI 7’Ê HEZÎRANÊ DE YE   7’emîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê piştî biryara bêrayatiyê ya 39’emîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê dosya qebûl kir û biryara xwe ya navberê da. Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Sutçu bidome. Danişîna ewil a dozê dê di 7’ê hezîranê de were dîtin.