Malbatên girtiyan û windayan: Li dijî şer rabin ser pêya 2022-04-26 09:04:24 AMED - Malbatên girtiyan û windayan diyar kirin ku divê her kes li dijî şer rabe û bibe yek û li ber xwe bide.  Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) û  Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê 23'yê Nîsanê li Peyas a Amedê li awahiya dawetê de bi malbatên girtiyan û xizmên windayan re, di fitariyê de civiyan. Malbatên tevlî bernameyê bunî, di derheqê şerê ku 9 roj in li başûrê Kurdîstanê de didome ajansa me re axivîn gotin li hember operasyonan pêdiviye gelê kurd û tirk dengê xwe derxîne û rabe ser linga.    Têkildarî mijarê de Fatma Turgay jî diyar kir ku tu fayde ya malbata Barzani ji bo gelê kurd tune ye û got, malbata barzanî bi wî halê xwe biçe ku sernakeve û yê winda bike.Turgay da zanîn ku gelê kurd û zarokê kurdan yê li hemberî şerê didome û hemû operasyonan serkeftî be û axaftina xwe wiha domkir: “Em bi serokê xwe girtî û kesên ji bo me xwe feda dikin her tim serfiraz bijîn û serbikevin. Ev karê barzanî dike, xeletiye. Ji diroka berê de heya naha kê xirabî gelê kurd kiriye, wî tim winda kiriye. Barzanî bila hişê xwe bike serê xwe û nebe kuçîkê ber deriyê xelkê. Dewleta Tirk jî axa me dagir dike, bi yêkbuyînê zêdetir çi derfetê me tüneye. Ji 7 salî heya 70ê salî bila hemû kes destê xwe bide hev û pozê dijmin bişevtîne. Heke em nebin yêk dawiya me tune ye. Em winda nakin û tim bi serbikevin.”   RABIN SER PÎYA    Jina bi navê Aysel Kalir jî bi lêv kir ku “Barzanî tirşikçî ye” û got, malbata barzanî di nava xiyanetê de cih ne girti ba yê yêkîtiya kurda awa kiriba. Kalir berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Ev qasî ciwanê me, ji bo ne gelê kurd jiyana xwe dest didin, em qet jî ber xwe nakevin. Heke pozê me şevitî ba, emê bibina yêk. Bila pozê gelê kurd bişevite û berxwe bikevin. Pêdiviye ku li hemberî şer hemû kes rabe serxwe û bibe yêk berxwe bidin. Barzanî ne kurd e, bi dewleta tirk re hevkarî yê dike.”   YÊ ZAROKÊN KURDAN SERBIKEVIN   Welatiyê bi navê Ferman Atsiz jî da zanîn ku xemgîniyekî pir mezin di nav dilê wan de heye û got şerê kurd bi kurdan dike ne rast e. Atsiz axaftina xwe wiha domkir: “Zarokên bi rûmet keç û xortên kurdan, ji bo ku şerê birakujiyê nebe pir berxwedan. Di dîroka Kurdistanê de, têk çuyîn bi şerê navxweyî de destpê kirî ye. Kê li hemberî kurdan şer kiribe, tim têk çuye ü tene kurd serkeftî buye. Zarokên kurdan kesên ji bo pergala kapîtalist û berjevendiyên xwe tev digere naxwaze. Em pişta cîwanên ku li hemberî wê pergalê şer dike digrin. Kesê bi xiyanetê bi gelê xwe re bike, bi eslê xwe re şer dike yê tim têk biçin. Di demên bere de jî me gelek xiyanet dît û ev wek bumerangê zivirî ye kesên xiyanet kirî girtî ye û têk birî ye. Em bawer in yê zarokên kurdan, li hember şerê kirêj ji bo jiyanekî paqij bidin awakirin, yê bi serkevin. Em li pişta zarokên xwe ne. Em, Barzanî, xiyaneta wî û kesên ji bo kurdan xêr nexwazin, nelet dikin. Bijî berxwedana zarokê me.”   AKP ÇÎQASÎ TENG DIBE ÊRÎŞÊ KURDAN DIKE    Cîwanê bi navê Muhammed Altinkaya jî bang malbata barzanî kir û got, PDK demildest, di xeta xwe ya hevkariya dewleta Tirkiyeyê de gav paşde bavêje û were ser rêya rast. Altinkaya diyar kir ku tişta pêdivî ev e ku malbata barzanî di tifaqa kurdan de dil rast be û xwe şaş neke û dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Ev tişta ku PDK dike, di dîrokê de wek lekeyekî kirêj yê bimîne. Em bang li kedkarên û gelên tirk jî dikin. Ev şerç didome ne ji bo deskeftiyên ve tên bikaranîn. Tene ev e ku desthilata AKPê emrê xwe dirêj bike. Desthilata AKP çiqasî teng dibe, êrîşe nirxên gel a dike. Hemû ciwanên kurd û tirk li hember wan polîtîqayên şer, tunekirin û îmhakirinê li hember xiyaneta PDK û êrîşên li ser axa kurdan wek dîwarekî bisekinin. Bila ruyê wan desthilata yên rast bibinin û din ava tevgera welatparêz de cihê xwe bigrin.”