Li ser xeta sînor bang li malbata Barzanî kirin ku ‘dest ji xiyanetê’ berde 2022-04-26 09:05:27 ŞIRNEX - Xelkê navçeya Elkê ya li ser xeta sînorê Başûrê Kurdistanê ye bertek nîşanî hevkariya AKP-PDK’ê dan û gotin: “Ev ji bo siberoja kurdan gavek talûke ye. Heke kurd têk biçin dê dor bê ser wan.” Xelkê navçeya Elkê ya Şirnexê ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye şerê Tirkiyeyê yê di 17’ê Nîsanê de li dijî deverên bi ser Herêma Kurdistanê de daye destpêkirin, nirxandin. Welatiyên ji Elkê banga rawestandina şer kirin.    ‘LI ZAROKÊN ME DIXIN’    Berfîn Duva diyar kir ku tişta ku tînin serê gelê kurd zilma herî mezin e û got: “Tirkiye bi balafiran, helîkoptêran û topan êrişî herêmê dike. Ev zilm e. Yên li wir zarokên me ne. Heke tiliyek Erdogan biêşiya ango zarokek wî zirar bidîta dê vê zilmê nekira.” Duva bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya ji bo şer jî da û hevkariya malbata Barzanî ya li gel Erdogan wek “bêwîjdanî” nirxand û wiha got: “Bira radibe bira dikuje. Bira radibe xayîntiyê li bira dike. Dema Barzanî ket tengasiyê ji zarokên kurdan alîkar xwest. Îro malbata Barzanî ji bo malê dinyayê û pereyan bûye hevalê Erdogan. Xayîntiyê li kurdan dikin. Li ber Erdogan rûdinên û li gorî wî tevger dikin. Divê ku her kes ji vê re deng derxe. Divê em wek gel li dijî vê rabin. Bila êdî kurd neyên kuştin.”   ‘MALBATA BARZANÎ YEKITIYÊ XERA DIKE’    Qazê Cîn jî wiha got: “Gelo Mesûd Barzanî û Nêrçîrvan Barzanî jî ne kurd in? Li şûna ku alîkariya kurdan bikin, rabûne li kêleka Tirkiyê cih digirin û zilmê li kurdan dikin. Dinya li hemberî kurdan dijmin e. Kurd jî ji kurd re dibe dijmin. Heke kurd hemû bibin yek kî dikare bi kurdan çi bike? Lê malbata Barzanî îro yekitiya kurdan xera dike. Em dixwazin li ser axa xwe bi çand, nasnameya xwe azad bijîn. Êdî bes e divê kurd bibin yek.”    ‘DIVÊ ŞER BÊ RAWESTANDIN’    Rahîme Ataman jî diyar kir ku şerê hatiye destpêkirin ji bo qedandina kurdan e û xwest tavilê şer bê rawestandin û aramî belavî nav xelkê bibe.    ‘DEST JI XIYANETÊ BERDIN’    Yusuf Ataman jî da zanîn ku wê zilma ku xelkê Başûr di dema Saddam de pê re rûbirû mabû îro rêveberiya Barzanî heman tiştî tîne serê kurdan û divê malbata Barzanî tavilê dest ji hevkariya şer berde. Ataman got kurd yek in û xwişk û birayê hev in û divê kurd vê ferq bikin û bibin yek û got: “Hevkariya şer a PDK’ê siberoja kurdan dixe talûkeyê. Ev gavê ber bi talûkeyê ve ne. Ji bo berjwendiyên xwe kurdan daxilî nava şer dikin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Divê malbata Barzanî tavilê dest ji xiyanetê berde. Heke ku îro kurdên bakur têk biçin, dê dora bê ser malbata Barzanî. Em vê qebûl nakin û divê li dijî vê yekê têkoşîn bê xurtkirin.”    ‘NIKARIN KURDAN BIQEDÎNIN’    Haci Yîgît jî destnîşan kir ku li ku dibe bila bibe kurd yek in û divê kurd bibin yek û hevgirtina xwe pêk bînin û dema ev pêk were jî ne Tirkiye ne jî malbata Barzanî dikare kurdan biqedîne.    MA / Omer Akin