Rêxistinên hiqûqê: Divê daxwaza Malbata Şenyaşar bicih were 2022-04-26 09:06:07 RIHA - Nûnerên Baroya Rihayê, OHD û ÎHD'ê girtina 4 kesên têkildarî qetilkirina 3 ferdên Malbata Şenyaşar ku piştî 4 salan pêk hat nirxandin û diyar kirin ku divê daxwazên malbatê bên bicihanîn.  Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên Mebûsê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar a ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûbûn serdana wan kirin û Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar ên birayên hev birîndar bûn. Bavê wan Hacî Esvet Şenyaşar ê ku ji bo hînbûna rewşa zarokên xwe çû Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û ew û lawên xwe Adil û Celal hatibûn qetilkirin. Piştî 4 salan 10 kes ji ber qetilkirina 3 ferdên malbatê hatin binçavkirin. 4 kesên ku birayê mezin ê mebûsê AKP'ê Celal Yildiz jî di nav de ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.    Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9'ê Adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza "Edaletê" hatiye destpêkirin, di roja 414'an de berdewam dike. Daxwaza malbatê ya "Di dosyaya nexweşxaneyê de biryara nepenîtiyê bê rakirin, berpirsyar bên cezakirin" û "Fadîl Şenyaşar ê nêzî 4 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yek kesî de ye" bê berdan. Heta niha jî hêj daxwaza malbatê nehatiye bicihanîn.    Nûnerên Baroya Rihayê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) biryara nepenîtiyê ya di dosyaya nexweşxaneyê ya 4 salan de, piştî 4 salan girtina 4 kesan û çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatê nirxandin.   BAROYA RIHAYÊ: QETLÎAMEK ORGANÎZEKIRÎ YE    Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Rihayê Gokhan Dayik diyar kir ku ji dema qetlîamê heta niha ew şopdarên têkoşîna edaletê ya malbatê ne û wiha got: “Piştî 4 salan îfadeyên bi guman hatin girtin. Divê di dozek qetilkirinê de ev nehata kirin. Ev rewşek ne asayî ye li derveyî rewşa normal. 4 sal in di dosyayê de biryara ‘nepenîtiyê’ tê parastin. Zextên siyasî li ser dosyeyê hene. Fikara parêzerên malbatê yên derbarê ‘rakirina ji holê ya delîlan’ berê jî hebû. Bi vî awayî 4 sal tu kar û barek li ser dosyeyê nehat kirin. Me bi tu awayî nikarîbû xwe bigihînin dosyayê. Bi binçavkirinan re em hinekî derbarê dosyayê de hin tiştan hîn bûn. Di îfadeyên hatin girtin de diyar dibe ku komkujiya nexweşxaneyê hatiye organîzekirin. Dizîna dîmenan tiştekî profesyonel e. Dema em li girtekên îfadeyan dinêrin her tim pirsên giştî dihatin kirin, ev jî nîşan dide ku baş nehatine amadekirin. Piştî 4 salan gavek berbiçav hat avêtin, ya girîng ew e ku berdewam bike.”   DAXWAZ NEHATINE BICIHANÎN    Dayik diyar kir ku 4 kesên ku piştî kontrola edlî hatin berdan ji bo girtina wan sewqî dadgehê hatin kirin û divê dozger ji bo kesên nehatine girtin îtîrazê bike. Dayik anî ziman ku dosyeya ku tê xwestin li serê kar û bar neyê kirin nikare ser têkoşîna edaletê ya malbatê bigire û wiha got: "Ji gelek cihan gel piştgirî da malbatê. Ji bo çalakiya malbatê raya giştî çêbû. Ez hêvî dikim yên ku ev gav avêtine dê berdewam bikin. Di dosyayê de dîmen tune. Heke bi vî halî doz bê vekirin dê çend kes bên cezakirin? Ji bo lêpirsîneke bi bandor bê kirin divê hemû gumanbar bên lêpirsînkirin. 4 kes hatin girtin lê hejmara kesên ji aliyê malbatê ve hatin teşxîskirin gelekî zêdetir in. Hêj daxwazên malbatê nehatine bicihanîn. Divê demildest daxwazên malbatê bên bicihanîn; nepenîtiya dosyayê bê rakirin û Fadil Şenyaşar bê berdan. Divê edalet tavilê pêk were.”     OHD: KUJER HIN BÊTIRIN    Hevserokê OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke jî destnîşan kir ku daxwazên malbatê bicih nehatine û ji ber ev daxwaz nayên cih 414 roj in malbat têdikoşe. Oyke da zanîn ku çalakiya malbatê û pişrgiriya gel a bo malbatê bi îktidarê gav da avêtin û lê kujer ango faîl hin bêtir in û yanî navê 30 kesan derbas dibe. Oyke diyar kir ku qetlîam bi zanebûn û organîzekirî hatiye kirin û divê ser dozê neyê girtin û ji roja destpêkê ve neheqî tê kirin û Fadil Şenyaşar jî bi hiqûqa serweriyê hatiye cezakirin. Oyke got ew bi her awayî li cem malbatê ne û xwest rêxistinên maf û hiqûqê jî desteka xwe ya bo malbatê zêdetir bikin.    ÎHD: DIVÊ BERPIRSIYAR HESAB BIDIN    Hevserokê ÎHD’a Rihayê Mustafa Vefa jî got parêzvanên mafê mirovan 4 sal in dixwazin ku “biryara nepentiyê” bê rakirin û 4 sal in 9 dozger guherîne lê her çiqas 4 kes hatibin girtin jî ne malbatê ne jî parêzer rehet dibin. Vefa anî ziman ku delîl ji holê hatine rakirin û hêj ew nizanin çi delîl hene û ew nikarin bêjin ku edalet bicih hatiye û hêj derbarê dosyeyê de gumanên wan hene. Vefa diyar kir ku girtina 4 kesan nayê wê wateyê ku edaletê pêk anîbe û divê berpirsiyar hesab bidin, Fadil Şenyaşar bê berdan û heta ev daxwaz pêk neyê ne malbat ne jî parêzer dê dest ji têkoşîna edaletê berdin.    MA / Emrullah Acar