Demîr: Girseya Newrozê dê biherike 1’ê Gulanê 2022-04-26 09:10:06 STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr da zanîn ku ew 1'ê Gulanê di demeke ku xizanî û birçîbûn çêbûye de pêşwazî dikin û got: “Pêvajoya ku bi 8'ê Adarê û Newrozê dest pê kir, wê bi heman girseyî ber bi 1'ê Gulanê ve biherike."   Karker û kedkar di bin siya krîza aborî û siyasî de 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Hevgirtinê ango Cejna Karkeran pêşwazî dikin. Tenê çend roj ji bo pîrozvahiya vê rojê ma. Amadekariyên pîrozbahiya 1’ê Gulanê li tevahiya Tirkiyê bi hemû leza xwe dewam dikin. Em bi Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr re li ser pêvajoya 1’ê Gulanê axivîn.   BIRÇÎBÛN HEYE    Demîr anî ziman ku karker û xizan di demeke ku xizanî û birçîbûn bi dijwarî zêde bûye de 1'ê Gulanê pêşwazî dikin û got: “Li Tirkiyeyê 20 sal in desthilatdariya AKP’ê ji bilî polîtîkayên xizanî, birçîbûn û şer tu tiştek nedaye karkeran û gelên Tirkiyeyê. Her tişt biha bûye. Meriv heyirî dimîne ku êdî karker û kedar û xizan yanî bi giştî gel çawa dijî û xwe li ser pêya digire. Wê heta ku wiha dewam bike? Ev bi serê xwe problemek mezin e.”   BI RUHÊ NEWROZÊ BER BI 1’Ê GULANÊ VE    Demîr anî ziman ku divê kesên di eniya ked û muxalefeta demokratîk de di pêvajoya 1'ê Gulanê de zêdetir bi berpirsyarî rabin û got: "Divê girseyên bêçare weke destpêk û rêbaza têkoşînê bidin pêşiya xwe. Divê meriv qet nebêje ku rêya rizgariya ji vê yekê tune ye. Divê meriv li rêyên alternatîf bigere. Ev pêvajo fersenda têkoşînê jî dide me. Wê karker li dijî xizanî, kedxwarî, mêtingerî, şer û êrişan biherikin qadên 1’ê Gulanê. Pêvajoya ku bi 8'ê Adarê û Newrozê dest pê kir, wê bi heman girseyî ber bi 1'ê Gulanê ve biherike. Divê her kes mil bide mile hev û têbikoşe.”