‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’ 2022-04-26 09:44:09 AMED - Welatiyên ku ji bo piştgiriyê bidin malbatên girtiyan tev li fitarê bûyîn destnîşan kirin ku rewşa girtîgêhan her ku diçe xerabtir dibe û ev bang kirin: “Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan, hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye.”    Zext, îşkence û tundiya li ser girtiyan her ku diçe zêdetir dibe. Girtiyên nexweş nayên berdan û dermankirin. Girtiyên ku cezayê wan qediyayî jî bi hincetên cezayên disiplînê nayên berdan.  Malbatên girtiyan ên li Amed, Wan, Stenbol û Îzmirê ji bo ku girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyayî bên berdan, dest bi çalakiya nobeta edaletê kirin û çalakiyên malbatan hej jî didomin.  Komeleya Yekitî û Çandê ya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê jî ji bo piştevaniya bi malbatên girtiyan û yên xizmên xwe winda kirine, di fitareyê de hatin gel hev. Welatiyên ku ji bo piştgiriyê bidin malbatan tev li fitarê bûyîn li ser rewşa girtiyan bi ajansa me re axivîn.    Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Nesîb Gultekîn axivî û got ku ji bo piştevaniya bi malbatan re beşdarî fitarê bûye. Gultekîn, anî ziman ku Tirkiye li gorî qanûnên xwe jî tevnagere û wiha dom kir: “Girtiyen nexweş ku nikarin girtîgehê bimînin jî bernadin û nayên dermankirin. Hewceye ew zor û zilma li ser girtiyan bê şikandin. Dibêjin li Tirkiyeyê cezayê îdamê rabûyê lê dema girtiyek nexweş nehat berdan û di girtîgehe de jiyana xwe ji dest da, ew jî wek îdamê ye. Ji ber wê pêwîste hestiyariyek çêbibe da ku ew zor û zext bi dawî bibe. Divê dewlet jî bi qanûnên xwe bike û qada navneteweyî de jî hewceye kesên ku derheqê mafê girtiyan de dixebitin, li ser girtîgehên Tirkiyeyê lêkolînan bikin.”    ‘DIJMINATIYA DEWLETÊ DIDE NÎŞAN’   Ji beşdaran Mukades Ekîcî jî bi lêv kir ku zext û zorên li girtîyan tên kirin, nîşaneya neheqiya ku dewlet li kurdan dike ye û wiha pê de çû: “Ji berê heta niha kê li hemberî zilmê serî rakiribe, hatiye girtin. Gel, bi tirsê didin sekinandin. Lê mafê herkesî heye ku doza zimanê xwe û mafê xwe bike. Meseleya dewletê ew e ku navê kurdan ji holê rake. Ew jî dijmintiya dewletê ya li hemberî kurdan dide nîşan. Gelê me jî gerek li hemberî vê zilm û zordariyê bibe yek û piştgiriyê bidin malbatên girtiyan.”   ‘EDÎ BES E EV ZILME’   Hacîre Yildiz jî di derheqê girtîgehan de destnîşan kir ku li hemberî zilmê divê herkes rabe ser pêyan û ev tişt anî ziman: “Zilma li ser girtiyan ji xwe ber çavan e. Zilmekê mezin li ser wan heye. Girtiyên nexweş tevî ku li ber mirinê ne jî nayên berdan. Di girtîgehê de girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane hene. Girtiyan qetil dikin û dibêjin jixwe mirî ye. Cezayê wan diqede jî nayên berdan û înfaza wan tê şewitandin. Divê li hemberî vê zilmê ne tenê gelê kurd herkes rabe ser pêyan û deng bidin girtiyan. Bila girtiyên nexweş bên berdan. Edî bes e. Ev zilma ma dê heta kengî berdewam bike?”   ‘YÊN ZILMÊ LI MIRIYAN DIKIN MAFAN JÎ NAS NAKIN’   Welatiyê bi navê Nasir Guneş jî bi bîr xist ku meleyê mizgeftê ji ber dijminatiya dewletê, cenazeyê girtiyê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû neşûşt. Guneş, bertek nîşanî van sepanan da û wiha got: “Dagirker, zalim e. Li girtiyên ku wefat kirine jî zilmê dikin û tu mafan nas nakin. Êdî baweriya min a ji mafên mirovan re jî nemaye. Heke li dinyayê mafên mirovan hebûna, ev zilm jî nedihat qebûlkirin. Mixabin dinya li hemberî vê zilmê kerr û lal e. Bangawaziya min a bo gel ew e ku piştgiriyê bidin girtiyan. Kesên ku ji xwe re dibêjin ez insanim, hewceye xwedî li girtiyan derkevin.”   ‘ÇIMA TÊN TECRÎDKIRIN?’   Derheqê mijarê de Habîbe Altan jî anî ziman ku di girtîgehan de mafên girtiyan tên binpêkirin û li holê hiqûq nema ye. Altan, bi domdarî diyar kir ku tecrîdeke giran li ser girtiyan heye û ji ber vê rewşê jî pir xemgîn in. Herî dawî jî Altan wiha got: “Bê edaletiyeke mezin li ser girtiyan heye. Ji xwe di girtîgehê de ne ma çima tên tecrîdkirin?”