Li Qerejdaxê rengê bûkaniyan veguherî pêşengehek sirûştî 2022-04-26 10:46:13   RIHA - Bûkaniyên ku li Qerejdaxê bûn rengê xwezayê veguherand rengê sor û welatî tên ber vê rengê sirûştî wêneyan digirin.    Bûkaniyên li gundê Qorî yê bi ser navçeya Wêranşara Rihayê ku li Qerejdaxê ye vebûn û carek din rengê xweşikiya sirûştê raxist ber çavan. Ev rengê sirûşta ku mîna qoziyek bihûştê xuya dike bûye cihê ku welatî bi kêfxweşî wêneyên xwe li berê bigirin. Welatiyên ku diçin wêneyên xwe li ber vî rengî sor yê sirûştî digirin, destê wan ji wir nabe.  Ji welatiyên ku hat temaşekirina vî rengê sirûştê Salih Erbekler diyar kir ku di meha nîsanê û gulanê de bûkanî xemla rengê xwe didin Qerejdaxê û wiha got: “Mirov ji bo ku bên vê xweşikiya sirûştî bibînin, tên dîmen û wêneyên xwe digirin. Çawa ku ev kulîlk lig elek deverên Kurdistanê vedikin, li Qerejdaxê jî bi heman rengî vedibin. Divê ku em xwezaya xwe biparêzin.”    MA / Mujdat Can