Gundê Zorê mînaka talankirinê ye 2022-04-26 10:50:50   AMED -  Ji ber avakirina herêma pîşesaziyê, gundê Zorê bi dîwaran hatiye dorpêçkirin, şêniyên gund nikarin sewalan xwedî bikin û jiyana li gund perîşan bûye. Şêniyên gund bi van gotinan bertek nîşan didin: “Gundê me mîna girtîgehê ye. Me hemû sewalên xwe firotin û jiyana me perîşan bûye.”   Talan û wêrankirina xwezaya Kurdistanê bênavber didome. Hin cih bi şewitandina daristanan, hin cih bi kanên madenan, hin cih jî bi bendav û herêmên pîşesaziyê tên talankirin. Desthilatdarî bi vê polîtîkayê xwe li ser civakê ferz dike û talana xwe didomîne. Yek ji wan deverên ku rastî polîtîkaya talan û wêrankirinê hatî jî gundê Zorê yê navçeya Yenîşehîr a Amedê ye.    Gundê Zorê, li ser rêya Amed-Xarpetê ye û nêzî 70 sal berê hatiya avakirin. Bi çem û ava xwe, bi mêrg û zozanên xwe navdar e. Gundiyên Zorê debara xwe bi xwedîkirina sewalan û bi çandinê dikin. Heta 20 sal berê jî gundekî biçûk bû û jiyaneke bi aram li tevahiya gun serwer bû.    ARAMIYA GUND HÊDÎ HÊDÎ VEDIGUHERE ALOZIYÊ   Di salên 1990’an de Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê (DOSB) ji bo avakirina pîşesaziyê bo xwe li erd digere. Herî dawî gundê Zorê û devera li derdora wê tê hilbijartin. Bi giştî nehsed û 15 hektar erd cîh tê îstîmlaqkirin û di nava vê îstîmlaqkirinê de mêrgên gundê Zorê jî heye û bi vî awayî avakirina DOSB dest pê dike. Piştî avakirina DOSB’ê, derdora gundê Zorê hêdî hêdî bi febrîqa û îmalatxaneyan tê dorpeçkirin. Nufûsa gund zêde dibe, bi dehan sondaj tên vekirin û febrîqeyên wekî yên mermer, metal, plastîk û tekstîlê avên xwe yên qirêjî berdidin çemê ku ji binê gund derbas dibe. Bi vê yekê re aramiya gund hêdî hêdî ber bi aloziyê ve diçe. Gundê Zorê îro li nav pîşesaziyê de ma ye û derdora gund bi dîwarên beton û têlên direhî hatiye girtin. Gund ji aliyê DOSB’ê ve hatiye tecrîdkirin. Ji bo hatin û çûna şêniyên gund, tenê rêyek hatiye vekirin. Şêniyan da zanîn ku nufûsa gund gihiştiye hezar û 140 kes û li seranserî gund 300 xanî hene. Şênî dibêjin ku di nava vê dorpêçê de hewl didin jiyana xwe bidomînin.   Li gorî daneyan, li DOSB’ê 210 kargeh hene û ji wan ji sedî 21 jê yên xurekan, ji sedî 12 yên alavên metal, ji sedî 12 ên plastîkan, ji sedî 12 ên mobîlyayan, ji sedî 12 ên tekstîlê û ji sedî 7 jî yên înşaetê ne. Di heman demê de bi giştî 13 sondaj jî li derdora gund hatine vekirin.    Şêniyên gundê Zorê bertek û nerazîbûnên xwe yên li hemberî vê dorpêça li ser gundê wan bi ajansa me re parve kirin.    ‘EM HATINE DORPÊÇKIRIN’   Piştî çêkirina dîwaran, şêniyên gund neçar dimînin ku dev ji xwedîkirina dewar û pezan berdin û di febrîqeyan de bixebitin. Ji şêniyên gund Mehmet Yîgît da zanîn ku ji bo şêniyên gund nekevin nava pîşesaziyê, dîwar hatine çêkirin û wiha got: “Bi vê sepana xwe em xistin dorpêçê. Ji ber vê sedemê me pezên xwe firotin û niha ji bo xelkê dixebitin. Lê heqdestê xwe her tim kêm digirin  û heqê me tê xwarin. Tu tiştek di destê me de nemaye û em niha mast peyda nakin.”   AVA GUND TUNE YE   Di berdewamê de Yîgît bal kişand ser sondajên ku li derdora gund hatine çêkirin û wiha domand: “Pîşesaziyê 5-6 heb sondaj hatine danîn lewma ava wan pir e lê ava gund hema hema nema ye. Di demên bere de kaniyên me hebûn lê ew jî niha nînin. Li gundê me 300 heb mal hene û ava heyî bi têrî me nake.”    ‘QIRÊJIYA AVA XWE BER DIDIN NAVA AVA DEVEGEÇÎDIYÊ’   Ava bi navê ‘Devegeçîdî’ ku li jêra gundê Zorê diherike û heta çemê Dîcleyê jî diçe, bi destê febrîqe û îmalatxaneyan tê qirêjîkirin. Ji şêniyên gund Cemîle Al jî destnîşan kir ku berê ava Devegeçîdî pir û zelal bû û wiha bertek nîşan da: “Di demên berê de em diçûn seyranê, me menqel çê dikir, em rûdiniştin, zarok diketin çem û jinên gund jî hirî dişûştin. Ji ber qirêjiya wan febrîqeyan, av jî xelas bû. Febrîqeyên mermer, qirêjiya xwe berd didin nava avê û wê qirêjiyê pêşiya avê girtiye. A niha ew çem ewqas qirêjî bûye ku dewar jî nikarin ava wê vexwin. Ava qirej a tekstîlê jî bi tevahî dikeve nava çem û dema bêhna wê tê mirov, dilê mirov li hev dikeve.”   ‘GUND BÊXWEDÎ MA YE’   Derheqê mijarê de ji şêniyên gund Nulufer Ozcan jî axivî û qala guherîna di gund de kir. Ozcan, diyar kir ku wan di demên bere de gelek sewal xwedî dikirin û wiha pê de çû: “Dîwar hatine çêkirin û em nikarin sewalên xwe derxînin. Me niha sewalên xwe firotine û di kargehên xelkê de dixebitin. Em ditirsin ku wan dîwaran derbas bikin. Ji me re dibêjin; ‘hûn li van deveran çi diğerin?’ Gelemperî rêya me digirin û dixwazin em di nava wan dîwaran de bimînin. Ava xwe ya qirejî gişkî berdane nava çemê Devegeçîdiyê. Ew çem ji vir heta Dîcleyê diçe. Di demên berê de sewalan jî ava çem vedixwarin û zarok diketin çem. Me ji xwe re masî digirtin lê niha nayên girtin. Ji ber ku masiyên jehrî ne. Gundê me bêxwedî ma û kesek li me mêze nake.”    ‘NE ÇÊRE Û NE JÎ RÊ HEYE’   Ji gundiyan Abdulgalîm Bîçer jî bal kişand li ser febrîqeyên ku hewayê gund qirêjî dikin û ev tişt anî ziman: “Bêhna febrîqeyan zêde tê û ew yek me gelek aciz dike. Fîltreyên wan tune ne û dema nebin jî bi xwe re nexweşiyê tînin. Bi taybetî jî di demsala havînê de bêhneke zêde nebaş tê. Em di bin bandora dû ya wan febrîqeyan de ne. Anku kesek tiştekî nake û xelkê me şerpeze bûye. Bi çêkirina dîwarên li derdora me re ev der bûye mîna girtîgehê. Di demên berê de te dikariya mangeyek xwedî bikira, bibira û bianiya lê niha nikarî.”   Edîp Aslan jî destnîşan kir ku rêya wan hatiye girtin û axaftina xwe wiha qedand: “Nahêlin em bi cihekî ve biçin. Ne çere û ne jî rê hene. Li her deverê febrîqe hatine çêkirin û em li vê derê perîşan bûne. Nahêlin em sewalan xwedî bikin. Gelo ma kurmanc dikarin bêyî xwedîkirina sewalan bijîn? Ez neçar im ku xwedî bikim ji ber ku nikarim di karê xelkê de bixebitim. Mecbûr nîn im ku di karê xelkê de bixebitim.”