Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 21’emîn de ye 2022-04-26 11:13:55   DÎLOK - Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ku 7 girtiyan li dijî binpêkirinên mafan li Girtîgeha Islahiyê dane destpêkirin, di roja 21’emîn de didome.    Li Girtîgeha Islihiyeyê ya Dîlokê ya Tîpa T’yê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ku li dijî binpêkirinên mafan, girtiyên bi navê Îlhamî Îşçî, Ûgûr Urun, Zennar Demîr û Hîccet Ûmûî yê ji rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye, di roja 21'emîn de berdewam dike. Reşît Dayan û Ûgûr Uyar jî pişt re tevli bûbûn û çalakiya wan di roja 16’emîn de, Umît Ozen jî pişt re tevli grevê bûbû û ya wî jî di roja 13’emîn de berdewam dike.