Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir 2022-04-26 14:36:01   AMED - Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê ji ber betalkirina Peymana Stenbolê bang li sazî û komeleyên parastvanên jinan kir ku di 28’ê nîsanê de beşdarî dozê bibin.    Danişîna doza betalkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê ku dê di 28’ê nîsanê de li Daîreya 10’emîn a Dageha Bilind were dîtin. Têkildarî mijarê Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê li Eywana Civînan a Tahir Elçî ya Baroya Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û gelek parêzer jî amade bûn.    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di daxuyaniyê de axîvî û diyar kir ku di nîvşevekê de biryara Serokkomarê Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê hatiye vekişîn û wiha bertek nîşan da: “Hemû hiqûqnas û rêxistinên jinan li dijî vê biryarê têdikoşin. Ji bo betalkirina vê biryarê, 200 saziyan doza betalkirinê vekir. Baroya Amedê ji bo betalkirina vê biryarê doz vekir. Doza ku Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê vekiribû dê di roja pêncşemê de were dîtin. Weke nûnerên vê dozê em ê beşdarî vê dozê bibin. Peymana Stenbolê ji bo pêşîlêgirtina tundiya ser jinan bû. Ji roja xwe ji vê peymanê vekişandin heta niha gelek jin hatin kuştin.”    BANGA LI JINAN KIR   Endama Lijneya Rêveber a Baroya Amedê Hatîce Demîr jî bal kişand ser girîngiya qebûlkirina Peymana Stenbolê û wiha got: “Beriya dîtina dozê li Enqereyê gelek tevdîrên ewlehiyê hatine girtin. Vekişîna ji peymanê kiryareke derhiqûqî ye. Li pêşberî qanûnan û di mijara mafan de jin û zilam ne wekî hev tên dîtin. Vekişîna ji peymanê, ji bo pêşîlêgirtina edaletê hate kirin. Peyman, bi saya keda jinan hate qebûlkirin. Banga me ji bo hemû sazî û rêxistinên jinan ew e ku di 28’ê nîsanê de xwedî li Peymana Stenbolê derkevin û beşdarî doza li Dadgeha Bilind bibin.”   DOZEKE DÎROKÎ YE   Yek ji parêzerên Navenda Mafên Jinan a Baroyê Asli Pasînlî jî di daxuyaniyê de destnîşankir ku doza Peymana Stenbolê, dozeke dîrokî ye û wiha bi dawî kir: “Wê rojê dê biryarek neyê dayîn lê çi dibe bila bibe, dê weke dozeke dîrokî cihê xwe bigire. Di halê hazir de 46 welatan ev peyman îmze kirine. Dewleta ku ji ewil îmze kirî jî Tirkiye bû lê xwe ji peymanê vekişand. Ev rewşekî absûrd e. Fahrettîn Altun, terîqet û cemaetan vekişîna ji peymanê di çarçoveya laîkbûnê de nirxandin.  Tirkiye çima ji peymanê vekişiya? Di demekî ku ewqas jin tên kuştin de ev pirs girîng e. Karê esasî yê rêveberiyê ew e ku rê li ber tundiyê bigire. Lewma nayê qebûlkirin ku xwe ji peymanê vekişînin. Plana me ew e ku wê rojê hezar parêzer di danişînê de amade bin. Zêdetirî 60 baro dê beşdar bibin. Hêvîdarim ku ev têkoşîna hiqûqî bi ser keve. Dê tevgera jinan a Tirkiyeyê bi ser keve.”