Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin 2022-04-26 15:01:18   WAN - Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ku Nobeta Edaletê didomînin, astengkirina daxuyaniya wan a xwestin li pêş Kampusa Girtîgehên Wanê bidin, bi çepikan şermezar kirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin dane destpêkirin, li pêş Kampusa Girtîgehên Wanê berdewam kir. Daxuyaniya ku parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, TUHAY-DER’a Wanê, rêveberên DBP’ê û HDP’ê, GOÇ-DER’ê jî piştgiriya wê kir, hate astengkirin. Cendermeyan malbatên ku dorpêç kirin bi hêceta “ewlehiyê” destûr nedan wan ku daxuyaniyê bidin û nehiştin rojnamevan jî bikevin qadê.    Ji ber cendermeyan destûr neda malbatan, wan jî ev yek bi çepikan şermezar kir.