Di Nobeda Edaletê de banga hevgirtina li dijî ‘faşîzmê’ hat kirin 2022-04-26 16:38:42   ÎZMÎR - Parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît serdana Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê kir û banga têkoşîna li dijî “faşîzma” îktidarê kir.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Îzmîrê dabûn destpêkirin, di roja 53’yemîn de berdewam dike. Parlmaneterên HDP’ê Mûrat Çepnî û Gulistan Kiliç Koçyîgît serdana nobedê kirin.    Parlamenter Mûrat Çepnî diyar kir ku daxwaza dayikan a edaletê pir eşkere û zelal e û tevî ku girtî terkî mirinê hatine kirin jî nayên berdan û divê her kes li dijî îşkenceyê û neçaresrkirina pirsgirêka kurd bi berpirsiyariya xwe rabe.    GIRTÎGEH BÛNE CIHÊ MIRINÊ    Pişt re Gulistan Kiliç Koçyîgît jî axivî û bi bîr xist ku li gelek bajaran Nobeda Edaletê didome û diyar kir ku gelek girtî li dijî zext, binpêkirinên mafan û pêkanînên keyfî yên li girtîgehê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne û got: "Sedema van Nobedên Edaletê zelal e. Li welat edalet nîne. Destûra Bingehîn tê rawestandin, her tişt tê tunekirin, demokrasî ji aliyê îktidara AKP'ê ve tê tunekirin. Ev nobed li hawirdoreke ku mirovên ji siyaseta demokratîk bawer dikin tên girtin û dixin girtîgehan. Girtîgeh bûne cihên mirinê. Îşkenceya di 12'ê Îlonê de qewimîn pir hat ziman û tê nivîsandin. Ev rojên hanê jî wê di dîrokê de bên nivîsandin."   BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR    Koçyîgît bal kişand ser cezakirina parêzvanên Doza Geziyê û wiha got: "Ji ber ku Qesrê xwest ev biryar hat dayîn. Dadgeriya ku ku ji Qesrê sond xwariye, cezayên nehiqûqî dibire. Vê darazê cezayên giran li gelê kurd birî. Bi salan e, li ser navê siyasetmedarên girtî, li ser navê girtiyan, li vir, li ser navê dayikan, em careke din bang li raya giştî ya demokratîk dikin. Werin em bi hev re li dijî vê fermana talanê, desthilatdariya îmha û faşîzmê li ber xwe bidin. Ji bîr nekin ku azadiyên me bi hev ve girêdayî ne, yan em ê bi berxwedanê bi hev re welat ber bi pêşerojeke geş ve bibin, an jî em ê li wan temaşe bikin ku me hemûyan yek bi yek bigirin. Yên ku îro guh nadin deng û daxwazên dayikên kurd wê sibê vî dengê qet nebihîzin.”