Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: Divê kontrola serbixwe bê kirin 2022-04-26 17:01:42   ENQERE - ÎHD’a Enqereyê rapora derbarê Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn de eşkere kir û diyar kir ku binpêkirinên mafan bi awayek sistematîk berdewam dike û divê li dijî vê mekanîzmayên kontrolkirina serbixwe ya navnetewî bê avakirin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê rapora binpêkirina mafan a çile, sibat û adara 2022’yan a li Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn bi civînek çapeniyê eşkere kir. Civîn li avahiya ÎHD’ê pêk hat û rêveberên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Enqereyê beşdar bûn. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen rapor xwend.    Çevîrmen diyar kir ku serlêdanên ji bo Komîsyona wan, hevdîtina parêzeran a bo girtîgehan, nameyên ku girtiyan şandiye ÎHD’ê û hevdîtina malbatan di raporê de cih digire û ji van girtîgehên Herêmê Anatoliya Navîn 79 serlêdan û ji girtîgehên din jî 7 serlêdan bi giştî 86 serlêdan hatine kirin.    Çevîrmen di raporê de diyar kir ku 20 girtî bi binpêkirina mafê tenduristiyê re rûbirû mane û li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê di sê mehên dawî de 17 girtiyan canê xwe ji dest daye.    BALAÇ DI ROJIYA MIRINÊ DE YE    Çevîrmen di raporê de bal kişand ser rojiya mirinê ya Sîbel Balaç a li Girtîgeha Sîncanê û mafê tenduristiya girtiyan û li girtîgehên Anatoliyê jî 40 girtî mafê tenduristiya wan hatiye binpêkirin. Çevîrmen destnîşan kir ku binpêkirinên mafan bi awayek sistematîk berdewam dike û divê li dijî vê mekanîzmayên kontrolkirina serbixwe ya navnetewî bê avakirin.    Çevirmen di berdewamiyê de cih da hurgiliyên raporê.