Biryara tayînkirina Waliyê Nînovayê ya Qeymeqamtiya Şengalê hate betalkirin 2022-04-26 21:47:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi biryara Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Waliyê Nînovayê Necim Ciburî ji bo rêveberina Qeymeqamtiya Şengalê hatibû erkdarkirin. Pişt re biryar hate betalkirin.     Berdevkê Walîtiya Nînowa Reid Ebas, bi daxuyaniyekê ragihandibû ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Waliyê Nînovayê Necim Ciburî ji bo rêveberina Qeymeqamtiya Şengalê erkdar kiriye. Li gorî biryara Kazimî, wê Necim Ciburî her rojên Pênçşemê li Şengalê mesaiya xwe bidomanda û li Şengalê xebatên xwe bi rê ve biribûya.    BIRYAR PIŞT RE HATE BETALKIRIN   Reîd Ebas ku piştî ragihandinê daxuyaniyeke duyemîn da, diyar kir ku Kazimî biryara tayînkirinê betal kiriye û wiha got: "Her çiqas biryar gihiştibe walitiyê jî sedemê betalkirinê niha nayê zanîn."   Ev çend roj in artêşa Iraqê hêzek zêde şandiye Şengalê. Ji berî çend rojan alozî di navbera artêşa Iraqê û Asayişa Êzidîxwazê de derketibû û artêşa Iraqê hewl dabû ku dest dane li ser nuqteyên asayîşa Êzdîxanê. Duh jî artêşa Iraqê gelek çekên giran şandibûn Şengalê.