Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e 2022-04-27 09:24:32   AMED - Welatiyên Amedê bertek nîşanî şerê Başûr ku Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê dabû destpekirin dan û wiha gotin: “Bi vê havkariyê PDK dijminatiyê bi gelê kurd re dike. Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e.”   Di 17’e nîsanê de Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li dijî herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên başûrê Kurdistanê êriş da destpekirin. Şerê li herêmê ev 11 roj in berdewam dike û heta niha gelek caran Tirkiyeyê çekên kimyewî bi kar anî û gelek cih bombebaran kir. Li gorî agahiyan, heta niha gelek lêşkerên Tirkiyeyê di encama şer de hatin kuştin. Li seranserî Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê gelê kurd bertek nîşanî êrişan dan. Welatiyên Amedê jî bertek nîşanî hevkariya PDK’ê dan.    Tekildarî mijarê welatiyê bi navê Yûsûf Bagli diyar kir ku ji dîrokê ve PDK her tim li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyaye û bi van gotinan bertek nîşan da: “Me berê ji bav û kalên xwe jî îxaneta Barzanî bihistiyê. Ji bo berjewendiyên xwe, bi Tirkiye yan jî bi dewletên din re dikevin têkiliyê û li dijî kurdan tevdigerin. PDK, ji destpêkê heta niha her tim li hemberî yekitiya kurdan asteng bûye. Derdê wan ne gelê kurd  lê derde wan tenê pere ye. Jixwe her tim ne ji bo pêşeroja kurdan, ji bo berjewendiyên xwe tevgeriyane. Bila xwedî li eslê xwe derkevin û wekî însanan bin.”   ‘YÊN KU DIJMINATIYA KURDAN DIKIN ÇAWA DIBIN KURD?   Welatî Avnî Baran jî destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê dagirkirina Başûr e. Baran, hevkariya PDK’ê wekî dijminatiya kurdan penase kir û wiha dom kir: “Dewleta tirk dijminê her çar parçeyên Kurdistanê ye û armanca wan ew e ku Başûr dagir bikin. Barzanî jî bi vê hevkariyê kurdan re dijminatiye dike. Yên ku dijminatiya kurdan dikin çawa dibin kurd, çawa dibe partiya kurdan? Gerek gelê Başûr jî li dijî PDK’ê rabe ser pêyan û bertek nîşan bidin. Gelê Başûr ne li ser pişta malbata Barzanî hatin vê aste, bi saya têkoşîna xwe hatin vê aste. Ji ber vê jî divê gel vê yekê qebûl neke. Gerek gel jî hemberî vî şerî li her qadan rabe ser pêyan.”   ‘PKK NEBÛYA PDK’Ê JÎ NEDIKARIYA LI BAŞÛR BISEKINE’   Derheqê mijarê de welatiya bi navê Leyla ku nexwest paşnavê xwe bide jî destnîşan kir ku heke PKK nebûya, PDK’ê jî nedikariya li Başûr bisekine û ev tişt anî ziman: “Nedikariya xwe li hemberî şer bigire. PDK bi xêra gerîlayan li wir dikarin bisekinin. PDK bi vê hevkariya Tirkiyeyê, îxaneteke mezin dike. Ji xwe dewleta tirk diyare ku ji bo çi şer dike. Ji ber wê, em dîsa ji vir bang dikin û dibêjin bila Barzanî xwîna birayê xwe nerijîne. Barzanî destê xwe dide neyarên kurdan. Hemû dinya dizane ku dewleta tirk dijmine kurdan e û her tim bi kirinên xwe jî dibêjin em nahêlin ku tu cihekî kurd hebin. Li Rojava jî li Başûr û Bakur jî êriş dike. Niha gelek siyasetmedarên kurd di girtîgehe de ne. Barzanî ji bi vê hevkariya xwe wekî wan e. Li hemberî vî şerî jî divê em hemû kurd bibin yek û têbikoşîn. Hewceye em derkevin qadan û vî şerî bidin sekinandin.”   ‘PDK DESTKEFTIYÊN KURDAN PAŞTA DIBE’   Ji şêniyên bajêr Alî Îhsan Akdogan jî bi lêv kir ku PDK bi kirinên xwe destkêftiyên kurdan 10 sal paş de xistine û wiha got: “PDK, li dijî kurdan şer dike. Ji ber wê jî Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e. Sînorê xwe ji dewleta tirk re vekiriye û kurdan dide kuştin. PDK bi wan kirinên xwe, destkêftiyên kurdan 10 sal paş de xistine. Malbata Barzanî gel dixapîne li ser nefta kurdan û gelê kurd xwe dewlemend dikin. Ma nefta Kurdistanê tenê ya bavê Barzanî ye? Li gorî berjewendiyên malbatî difikirin, ne li gorî berjewendiyên gelê kurd. Banga me jî ji gelê kurd re ew e ku yekitiya xwe pêk bînin û li hembêrî vî şerî li çar parçeyan deng derxînin.”    ‘PDK NE KURD E’   Amediyê bi navê Cezayî Fîlîztekîn jî anî ziman ku bi şer pisgirêk çareser nabin û pirsgirek jî bi rêya aştiyê pêkan e. Fîlîztekîn bal kişand ser hevkariya Tirkiye û PDK’ê û axaftina xwe wiha domand: “Bi kuştinê nikarin kurdan tune bikin. Divê bi rêya aştiyê pirsgirêk çareser bibin. Tirkiye çi bixwaze PDK bi wê dike. Li ser navê kurdbûnê, kurdan dixapîne lê ew ne kurdin.”    ‘BILA GEL RABE SER PÊYAN’   Tekildarî mijarê welatî Elî Guzel jî destnîşan kir ku PDK li dijî kurdan bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike û axaftina xwe wiha qedand: “Barzanî birayê kurdan nîne lê dijminê kurdan e. PDK îxanete dike û divê dev jî vê hevkariyê berde. Bila gelê kurd jî bibe yek û rabe ser pêyan.”