Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn 2022-04-27 10:55:06   STENBOL - Parlamenterê HDP’ê yê berê Halîl Aksoy ji doza beriya niha jê beraet kiribû, li ser îtîrazê ji nû ve hate darizandin û salek ceza lê hate birîn.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê yê Agiriyê Halîl Aksoy ji ber axaftineke xwe ya dema Serokê Partiya Civakî ya Demokratîk (DTP) ê Stenbolê bû doz lê hatibû vekirin û beraet kiribû. Lê li ser îtîrazê di doza ji nû ve hate dîtin de salek cezayê hefsê li Aksoy hate birîn.    Aksoy, di 20’ê Nîsana 2008’an de tev li vekirina avahiya Rêxistina DTP’a Esenyûrtê bibû û di axaftina xwe de têgehên “Serokê me” û “Şehîdên me” bikaranîbûn, ev têgeh kiribûn mijara sûc û di sala 2009’an de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Îdianameya ku bi îdiya “propagandaya rêxistinê” hatiye amade kirin li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatibû qebûlkirin, dest bi darizandinê hatibû kirin û di encama darizandinê de biryara beraetê hatibû dayîn.    Dadgeha di hinceta biryara xwe de gotina Aksoy di çarçoveya “azadiya raman” û “asta rexneyê ku tundiyê dernaxîne holê” nirxand. Aksoy, di parastina xwe ya têkildarî sûcdariyan de diyar kir ku beşeke axaftina xwe bi kurdî kiribû, dema axaftinê hemûyê li ber çav digirin ji wateya xwe hatiye dûr xistin û tenê 2 peyv hatine hilbijartin û sûcdarî qebûl nekir.   DOZGER ÎTÎRAZ KIR   Li ser Serdozgerê Komarê Celal Kara yê ji ber sûcdariya “FETO’yê” lêgerîna wî heye îtîraz kiribû, 9’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind biryar ji ûsûlê xera kir û ji bo dosya ji nû ve bê darizandin ji dadgeha herêmî re şand. Di danişîna doza di 22’yê Nîsanê de li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate dîtin de, dozgeriyê di mutalaya xwe ya pêşkeş kir de îdiaya kir ku Aksoy di axaftina xwe de bi têgehên “Serokatî” û “Şehîd” endamên rêxistinê, rêveberê û rêbazên wan bedew dike û xwest were cezakirin.    Dadgehê li Aksoy ê beriya niha ji sûcdariyan beraet kiribû, di danişîna biryarê ya duh hate dîtin de salek ceza birî.