Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan 2022-04-27 12:02:12   AMED - Siyasetmedar û karmendên ku hatibûn binçavkirin, piştî kar û barên îfadegirtinê hatin berdan.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê di sala 2019’an de bi îdiaya “fînansmaniya rêxistinê kirine” lêpirsîn dabû destpêkirin û biryara girtina 44 siyasetmedar û karmendan dabû. Li ser vê yekê di 20’ê nîsanê de 20 kes hatibûn binçavkirin. Lêpirsîn, li ser îfadeyên “şahidê nepen” hatibû destpêkirin.   Ji 20 kesên hatine binçavkirin hinek jê piştî kar û barên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê û hinek jî piştî îfadeyên li dozgeriyê hatin berdan. Lêgerîna 24 kesên din jî li 6 bajaran hêj berdewam e.