Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin 2022-04-27 13:33:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran weke betlaneya fermî hate ragihandin.    Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro biryarnameyek bi hejmara 9’an derxist û li gorî wê roja 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê weke betlane ragihand. Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de têkildarî biryarnameyê wiha hate gotin: “Bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar da: Roja 1`ê Gulanê betlaneya fermî ye, tenê saziyên ku divê erkên xwe bidomînin, ji vê biryarê tên îstîsnakirin.”