Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin 2022-04-27 16:45:03   ÎZMÎR - Di qetilkirina Denîz Poyraz de daxwaza bila aliyê organîze û rêxistinbûyî bê lêkolînkirin hate redkirin. Yek ji parêzera dozê Turkan Aslan Agaç, bi lêv kir ku wê biryarê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn.    Kujer Onur Gencer di 17’ê Hezîrana 2021’an de êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kiribû û Denîz Poyraz qetil kiribû. Daxwaza têkildarî Gencer a bila aliyê organîze û rêxistinbûyî bê lêkolînkirin hate redkirin. Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Îzmîrê di biryara xwe de diyar kir ku delîl hatine komkirin, hewcehî bi lêpirsîneke din nîne û îtîraz red kir. Yek ji parêzera dozê Turkan Aslan Agaç jî bi lêv kir ku wê biryarê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û da zanîn ku heke AYM jî di mijara lêpirsîna bi bandor de biryara binpêkirinê nede wê biryarê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).