Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye 2022-04-27 18:48:35   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê tekildarî  biryara doza Geziyê daxuyanî da û got: “Desthilat bi vê dozê dixwaze têkoşîna cîvakî tine bike, bifetisîne”   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê tekildarî doza Geziyê ku Cezayê muebeda girankirî li karsaz Osman Kavala hat birîn û her wiha 18 sal cezayê hepsê jî li 16 kesên din hat birîn şermezar kirin. Platformê li Parka Xezal a li semta Ofîsa Amedê daxuyanî da. Gelek nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Pankart û dovîzên "Ji bo her kesê edalet, tarîtî diçe Gezî dimîne", "Gezî rûmetê me ye" û "Ferman a padîşah be Gezî ya milyonan e" hatin vekirin û hildan û dirûşm hatin berzkirin.    Berdevka Platformê Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Tûran xwend. Turan diyar kir ku desthilat bi vê dozê dixwaze têkoşîna cîvakê tine bike, bifetisîne û wiha got: “Bi vê biryarê  dixwazin ku muxalefeta cîvakî bêdeng bikin. Bi taybetî jî em dibînin ku desthilatên otokrat ji bi hev re bûn ê gelek ditirse û bi van biryaran tirsa xwe jî nişan dide. Ew oligarkan dixwazin her tim li ser piyan bin û lewma jî azadiya gel û fikra gel tine dihesîbînin.”    ‘DARIZANDIN BILA LI GORÎ HIQÛQÊ BE'   Turan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Doza Kobanî jî û wiha got: “Di sala 2014’ an de DAIŞ'ê bi qatlîaman daket bajarên Rojava û pêşberî cîhanê. Li dijî vê yekê HDP’ ê bang li gel kir û piştî bangê bertekek civakî hat nîşandan. Piştî salan gelek kesan ji vê bangê girtin û niha ji Doza Kobanê tên darizandin. Divê darizandin ne li gorî kesan be li gorî hiqûqê bê kirin."