Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin 2022-04-27 20:20:27 RIHA - Jin bûn mêvanê Sifreya Edaletê ya Malbata Şenyaşar û fitara xwe bi hev re vekirin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran got dê kujer hesabê qetlîamê bidin.  Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 415'emîn de berdewam dikin. Vê êvarê jî mêvanên Sifreya Edaletê ya Malbatê hebûn. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Hevşaredarên jin ên HDP'yî, nûnerên Meclisa Jinan a Bajarê Rihayê, endamên HDK'ê, aktîvîstên TJA'yê û pêkahetên HDP'ê serdana malbatê kirin û li gel malbatê fitara xwe vekirin.    'WÊ KUJER HESAB BIDIN'    Beriya fitarê Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li ser navê jinan daxuyanî da û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê li pişta Emîne Şenyaşar bin û berxwedana wê destek bikin. Acar Başaran destnîşan kir ku wek ku Emîne Şenyaşar diyar kiribû ew di bin betonê de li darazê digerin. Acar Başaran anî ziman ku çalakiya Emîne Şenyaşar mînaka şênber a ku edalet tune ye dide nîşandan û heta îro jî kujer nehatine cezakirin. Acar Başaran da zanîn ku dê kujer û berpirsiyarên qetlîamê hesabê rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin. Acar Başaran got ew sozê mezinkirina têkoşîna edaletê didin.    XWEST KURÊ WÊ BÊ BERDAN    Emîne Şenyaşar jî axivî û daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û xwest tavilê kurê wê girtî Fadil Şenyaşar bê berdan.      Pişt re bi ezana mele re dia hatin xwendin û jinan fitara xwe vekir.