Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan 2022-04-27 21:27:38   RIHA - Rêxistina HDP'a Pirsûsê ji bo malbatên girtiyan ên li Pirsûsê xwarina fitarê da.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Pirsûsa Rihay3e bi armanca piştevaniya bi malbatên girtiyan ên li Pirsûsê re li eywanek dawetê xwarina fitarê da. Malbatên girtiyan û Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, Hevserokê HDP'a Rihayê Ziya Çalişkan û rêveberên HDP'ê û gelek kes tev li bernameya fitarê bûn.    YEKITIYA NETEWEYΠ   Parlamenter Omer Ocalan axivî û bi bîr xist ku îşev şeva Leyletul Qedir e û bi wesîleya vê şeva bi xêr aramî û aştiyê ji bo Kurdistanê dixwazin. Ocalan destnîşan kir li ser Kurdistanê û kurdan êrişên giran hene û ew hêvî dikin ku dê kurd bi ruhê yekitiya neteweyî li ber van êrişan rabin. Ocalan ji bo tevahiya girtiyan azadî xwest.    Ocalan destnîşan kir ku ew ê ji bo yekitiya neteweyî têbikoşin û divê kurd bi tifaqek xurt rabin.    Piştî fitirînê bername bi dawî bû.