Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin 2022-04-27 22:17:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Zap, Metîn û Avaşînê li navenda Silêmaniyê û navçeyên wê Çemçemal û Derbendîxanê hatin protestokirin. Nerazîbûna gelê Başûr li hemberî êrişên Tirkiyeyê yên li ser axa Başûrê Kurdistanê ku 11 roj in berdewam in, zêde dibe.   SILÊMANÎ   Komîteya Li Dijî Dagirkerî û Şer, li ber Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Zap, Metîn û Avaşînê bi daxuyaniyek girseyî protesto kir. Çalakî bi dirûşma "Derkeve, derkeve artêşa Tirk" hat lidarxistin. Gelek akademîsyen, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, aktivîst û rojnamevan tevlî çalakiyê bûn.   Komîteyê, daxwaznameyek ku daxwaza derxistina Tirkiye ji Başûrê Kurdistanê hebû jî bi daxwaza dayîna Parlamentoya Iraq û Serokomarê Iraqê radestî Ofîsa Silêmaniyê ya Parlamentoya Iraqê kir.   Li ser navê komîteyê Çiro Hisên daxuyanî xwend û wiha got: "Tirkiye li ber çavên dinyayê Başûrê Kurdistanê dagir dike. Çend roj berê, li herêma Amediyê, bi hovane êrîş birin ser Nêrwe, Rêkan, Metîna û Avaşînê. Dewleta Tirk tim van herêman bombe dike. Dibe sedema mirina sivîlan. Hewl dide hêzên xwe yên leşkerî li van deveran bi cih bike. Rez û baxçeyên gundiyan wêran dike. Malên gundiyan xera bûn. Ji wê boneyê em li dijî şer in. Em dagirkeriya artêşa Tirk şermezar dikin."   Hisên bi lêv kir ku divê êdî Iraq û hikûmeta Başûrê Kurdistanê hew xwe ker bikin û helwestekê nîşan bidin. Hêzên siyasî jî divê li dijî êrîş û planên dewleta Tirk bi hev re rabin.   Parlamenterê Komela yê Kurdistanê yê Parlamentoya Iraqê Soran Omer jî axivî û diyar kir ku ew li dijî bombe kirina Tirkiye û Îranê ne. Soran Omer da zanîn Peymana Şengalê gefeke din e ji bo derketina şerekî dine û wiha bi pê de çû: "Ji bo rawestandina êrîşan û binpêkirinan em ê li xebatên xwe dewam bikin. Hebûna Tirkiyeyê di warê leşkerî û îstixbaratê de xetere ye. Êrîş ji bo jiyana mirovên li ser sînor dijîn gefeke mezin e."   Soran Omer, soz da ku ew ê daxwaznameya aktivîstan ragihîne cihê têkildar.   TEKYE   ‘LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ KURDISTANÊ BIPARÊZE’   Li bajarokê Tekye yê bi ser navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ve, meşa bi girseyî ya bi banga "Li dijî xeta xiyanetê û dagirkeriyê parastina Kurdistanê bike" hat kirin. Gelek kes tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên "Bimire xiyanet", “Erdoganê terorîst’’, "Bijî Berxwedana gerîla", "Dagirker baş bizane Avaşîn goristan e ji bo te" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.   Piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Dilşad Dûzî daxuyanî xwend û wiha got: “Em êrîşên tunekirinê yên dewleta Tirk şermezar dikin. Dewleta Tirk a zextker, dixwaze axa me dagir bike û gelê me tune bike. Ji 17‘ê Nîsanê heta niha bi hevkariya PDK’ê li Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrîşên berfereh hat kirin. Ev êrîş ne bi tenê li dijî PKK’ê lê li dijî statuya Başûrê Kurdistanê û ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li herêmên Şeladizê û Amediyê bi hezaran leşker bi cih kirin. Banga me li PDK’ê ew e ku bi gel re bin. Dijmin wê ji bo wan tu tiştî neke. Bi destên xiyanetkaran digire. Gel vê qebûl nake.   DERBENDÎXANE    ‘LI HEMBERÎ DAGIRKIRINÊ BÊDENG NEMÎNE‘   Li Derbendîxaneyê ya Silêmaniyê li ber Çayxaneya Çandê ya Derbendîxanê jî li dijî êrişan daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de Dr. Hekîm Ebdulkerîm axivî û êrişên Tirkiyeyê şermezar kir û bang li Hêrêma Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê kir ku li dijî êrişan bêdeng nemînin.   Di daxuyaniyê de, bang li Başûrê Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlehiyê û hêzên siyasî yên li welatên hêzdar hat kirin ku pêşî li şer bigirin.   Dr. Hekîm Ebdulkerîm bang li gelê kurd kir ku li dijî êrişên Tirkiyeyê dakevin qadan.