Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre? 2022-04-28 09:08:18 COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê ku bi hevkariya PDK'ê daye destpêkirin dan û gotin: "Barzanî dê çawa li çavên dayikan binêre?" Dayikên Aştiyê yên li Colemêrgê bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê yê bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê dimeşîne dan. Dayikên Aştiyê yên ku bi salane her tim banga aştiyê dikin, dîsa li dijî şer derdikevin. Dayikên Aştiyê bertek nîşanî hevkariya Tirkiyeyê û PDK’ê dan û ji bo malbata Barzanî gotin: “Hûnê çawa li çavên me binêrin?”  Ji Dayikên Aştiyê yên Geverê Gulçîn Karabûk wiha got: “Me Mesûd Barzanî weke birayekî xwe dît; lê dijminê me yê herî xerab Mesûd Barzanî ye. Kurdek wisa nêzikî kurdekî nabe. Barzanî tu carî durist nebûye. Lê divê Erdogan jî bizane, kesê ku dijminê birayê xwe be, nikare bibe dostê kesekî din.”   'BILA BARZANÎ DAWÎ LI XIYANETA XWE BÎNE’    Karabûk diyar kir ku li ser her kevirê erdnîgariya Kurdistanê xwîna ciwanên Kurd heye û got: “Banga min ji dayikên Tirk e jî heye ku li dijî vî şerî rabin ser pêyan. Ma ne heyf e zarokên li çiya tên kuştin? Bila dayikên tirk jî destê xwe dirêjî destê me bikin. Heke em bibin yek, nikarin zarokên me bikujin.” Karabuk bertek nîşanî helwesta PDK'ê ya li hemberî şer da û got: "Şerma herî giran a PDK’ê ye. Ji bo kuştina kurdan cil û bergên xwe û her îmkanên xwe dan. Bila Barzanî dawî li vê xiyanetê bîne.”   Dayika Aştiyê Zahîde Şen jî bertek nîşanî hevkariya PDK'ê û Tirkiyeyê ya di şer de da û got: "Heke Barzanî xayîn nebûya, Tirkiyeyê dê leşkerên xwe nebira wê herêmê. Ev şer dê zirarê bide Barzanî jî. Barzanî ku kurê Mele Mistefa ye, yek ji mezinên kurdan e, divê were ser hişê xwe. Divê kurd xiyanetê li hev nekin."   'DÊ BARZANÎ POŞMAN BIBE’    Dayika Aştiyê Amîna Engûdar jî hevdîtina Tayyîp Erdogan û Mesrûr Barzanî ya li Stenbolê bi bîr xist û ev hevdîtin jî weke şermê nirxand. Engudar bertek nîşanî rola PDK'ê ya di şer de da û got: "Barzanî ji ber vî şerî wê poşman bibe. Wê nikaribe li rûyê gelê kurd binêre. Ji bo hevdîtinê tê Enqereyê, şerm nake? Heke piçekî xwedî wijdan bûya, dê ev yek nekira. Ew ê poşman bibe, lê dê pir dereng be. Em vê rewşê şermezar dikin."   'WÊ ÇAWA LI ÇAVÊN DAYIKAN BINÊRE’   Engudar anî ziman ku ew weke Dayika Aştiyê ji rola PDK'ê ya di şer de gelekî hêrs bûye û wiha axivî: "Ma Barzanî ne xwedî wijdan e? Wê çawa li çavên dayikan binêre? Ev helwesta PDK’ê xiyaneta li kurdan e. Ew axa şer lê tê kirin axa kurdan e. Barzanî ne birayê me ye, dijminê me yê herî xerab e. Heke rast bûya, dema dihat Enqereyê dê rastiya kurd bidîta. Barzanî ne kesekî durist e. Divê Barzanî tavilê ji vê xeletiyê derkeve."