Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin 2022-04-28 09:09:14 ÎZMÎR - Onur Gencer ê ku Denîz Poyraz qetil kir dê di danişîna sêyemîn de bi 300 pirsan ve bê lêpirsînkirin. Dîsa kesên ku wek gumanbar îfadeya wan tê xwestin dê di vê danişînê de wê bi navê xwediyê agahiyan îfade bidin. Danişîna 3'yemîn a doza Onur Gencer ê ku Denîz Poyraz di êrişa çekdarî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê di 17'ê Hezîranê de pêk anî de qetil kir, wê di 29’ê nîsanê de li Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya 6’emîn bê lidarxistin.    Parêzerên dozê diyar kirin ku bûyer ji destpêkê ve hatiye organîzekirin, lêpirsîn û darizandina dozgeriyê berovajî vê yekê didome. Di qonaxa ewil a lêpirsînê de parêzeran îtîraz kirin ku polîsan tu delîlên sûc nedîtine û dozger jî di vî warî de biryar daye. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Îzmîrê hefteya borî ev îtîraz red kiribû. Parêzerên dozê xwe amade dikin têkildarî mijarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.   DÊ KUJER GENCER BI AWAYEK ÇEPERAST BÊ LÊPIRSÎNKIRIN    Di vê danişînê de bersûcê kujer Onur Gencer dê bi awayekî çeperast bê lêpirsînkirin. Parêzerên dozê dê zêdetirî 300 pirsên di encama lêkolînên berfireh de hatine amadekirin ji Onur Gencer bikin. Dîsa parêzerên ku dixwazin bûyer bi berfirehî bê eşkerekirin, dê di vê danişînê de jî ji şahidên ku dê bên guhdarkirin pirsan bikin.   Tê payîn ku gelek parlamenter, gelek kesayet, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, rêxistin û saziyên jinan û girseyek qelebalix tev li danişînê bibin û xwedî li dozê derkevin.    BANGA JI BO DANIŞÎNÊ    Ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç danişîna sêyemîn bo ajansa me nirxand û banga tevlibûna dozê kir û wiha got: “Wek danişîna ewil em dîsa tevahiya raya giştî vedixwînin danişînê û dixwazin xwedî li dozê derkevin. Em dixwazin baro, saziyên hiqûqê, rêxistinên jinan bên piştevaniya me bikin û li cem têkoşîna hiqûqê cih bigirin.”    MA/ Tolga Guney