Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye 2022-04-28 09:10:04 ÎZMÎR - Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku çavkaniya bêhiqûqiyê AKP ye û divê raya giştî ya demokratîk xwedî li girtiyan derkeve û bibe dengê girtiyan.  Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di 12'ê Sibatê de li ber Baroya Îzmîrê hatibû destpêkirin, meha sêyemîn li pey xwe dihêle. Çalakiya rûniştinê ya ku bi daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin berdewam dike, ev çalaki bi piranî li ber baroyê pêk tê. Malbatan tevî çalakiya rûniştinê çûn serdana nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên bajêr û xwestin piştevaniyê bidin wan. Dîsa bi daxuyaniyên girseyî yên li ber Edliyeya Îzmîrê û girtîgehan hewl dan dengê xwe bidin bihîstin.   Çalakiya nobedê ya malbatan bi serdanên rojane dewam dike, ji bo bicihanîna daxwazan li vir bang tê kirin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Murat Çepnî têkildarî Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê axivîn.   'DIXWAZIN GIRTIYAN TESLÎM BIGIRIN’    Koçyîgît diyar kir ku bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re zext û binpêkirinên mafan li tevahiya girtîgehan belav bûye û wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi hemû hêza xwe dixwaze girtiyan teslîm bigire. Lê divê em destûr nedin vê yekê. Binpêkirinên mafan bû sedema ku cenaze ji girtîgehan derkevin. Malbatên ku li hemberî vê bêdeng neman, Nobeda Edaletê ya bi wate û girîng dan destpêkirin. Ev Nobedên Edaletê bi pêşengiya dayika me ya hêja Emîne Şenyaşar dest pê kir û li bajarên wek Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê belav bû. Ev nobed li dijî neheqî û sepanên kêfî yên girtîgehan e. Bi taybetî jî li dijî tecrîdê ye. Lê mixabin Wezareta Dadê û rayedarên AKP’ê vê pêvajoyê ji nedîtî ve tê. Dayik ango malbat ji bo zarokên xwe dengê xwe derdixin.”    BANGA XWEDÎDERKETINÊ    Koçyîgît diyar kir ku divê her kes xwedî li girtiyan derkeve û deng bide dengê girtiyan û wiha got: “Pirsgirêkên tenduristiyê yên birêz Aysel Tûglûk û pirsgirêkên tenduristiyê yên gelek girtiyên nexweş gelekî zelal û eşkere ne. Em tenê bi têkoşîna hevpar dikarin vê rewşê ji holê rakin. Em nikarin tenê li ser pişta dayikan bihêlin. Ji bo vê jî divê em bi dayikan re bin, bi dayikan re bibin yek û deng li dengê wan zêde bikin.”   QÊRÎNA LI DIJÎ NEHEQIYÊ    Li aliyê din Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî jî diyar kir ku di Nobeda Edaletê de qêrîna li dijî neheqiyê hat bilindkirin û hat xwestin ku ev qîrîn ji aliyê raya giştî ve bê dîtin û wiha got: “Girtîgeh veguherî birînên xwînrêj. Girtîgeh veguheriye îşkencexaneyê û hema bêje her roj metirsiya mirinê heye. Li gel ku tê gotin hin girtî nikarin di girtîgehê de bimînin jî, mixabin gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dane û darbesta wan derket. Ev sûc e, îşkence ye, dijminatiya gel e. Nobeda Edaletê hewl dide vê hawara xwe bigihîne hemû hêzên demokrasiyê. Ez bang li hemû gelê me yê ku dibêje demokrasî, mafên mirovan û azadî dikim, vê qêrîna wan bibihîze. Kesên ku dengê girtiyan nebihîze û îşkenceyên li girtîgehan nebîne ne mimkûn e ku ji bo demokrasiyê têbikoş e. Heke li derve îşkence hebe, li girtîgehan îşkence û mirin hebe, divê em wan bibînin û têkoşînê bidomînin. Dema ku em vê nekin, em ê kêm bimînin. Em dixwazin her kes çalakiya malbatên me bibîne û piştgiriyê bide.”   MA/ Delal Akyuz