Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin 2022-04-28 13:49:11   MERSÎN - Li Mersînê, leşkeran bi ser malan de girt û 6 kes binçav kirin.    Cendirmeyên Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Mersînê, li navçeyên Akdenîz û Toroslarê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de cendirmeyan 6 kes bi angaşta ku "amadekariya çalakiyê dikin" binçav kirin. Cendirmeyan, kesên ku binçav kirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Bajar.