Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin 2022-04-28 14:47:56   AMED -   Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê îro li ber Edliyeya Amedê domandin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku dê di roja cejnê de li ber deriyê girtîgehê bin û cejna zarokên xwe li wir pîroz bikin.    Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, di 16’ê mijdarê de dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan îro jî li pêşiya Edliyeya Amedê berdewam kir. Di çalakiya îro de endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER),  Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) amade bûn.   Di destpêka çalakiyê de ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî axivî. Merwanî, bi lêv kir ku ji bo daxwazên xwe bi hemû partiyên siyasî re hevdîtin kirine lê tenê HDP’ê piştgirî daya wan. Bi domdarî Merwanî got ku bila partiyên siyasî jî bên qadê û piştgiriyê bidin malbatên girtiyan. Merwanî, sozên ku partiyên siyasî dabûn malbatan bi bîr xist û wiha domand: “Bila partiyên siyasî bên vê derê û guh bidin daxwazên me. Em naxwazin ku tenê li ser çapemeniyê piştgiriyê bidin. Em daxwazên xwe dîsa dubare dikin û dibêjin ku an çareserî yan çareserî.”   ‘EM Ê CEJNA ZAROKÊN XWE LI BER GIRTÎGEHÊ PÎROZ BIKIN’    Piştre jî ji xizmên girtiyan Reşahat Ada axivî û da zanîn ku heta niha jî daxwazên wan nehatine qebûlkirin. Ada, diyar kir ku heta ku xwîn di laşê wan de hebe dê ji bo zarokên xwe têbikoşin û wiha derbirî: “Em, zarokên xwe bêxwedî nahêlîn. Em ê di roja Cejna Remezanê de biçin ber deriyê girtîgehê û cejna zarokên xwe li wir pîroz bikin. Em, zarokên xwe bi tenê nahêlin.”    Ji xizmên girtiyan Nûray Aba jî bang li rayedarên dewletê kir û wiha got: “Em dixwazin ku êdî dewlet dengê me bibihîze. Em di daxwaza xwe ya edalet û aştiyê de paşde gav navêjin.”    Çalakiya malbatan bi dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.