Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn 2022-04-28 22:24:26   AMED - TFF'ê gotinên Serokê Duyemîn ê Amedsporê Cahît Akin derveyî sportmeniyê qebûl kir û cezayê mehrûmiyetê yê 10 rojan lê birî.    Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF), piştî lîstika maça di navbera Tîmên Futbolê yê Jinan ê Amedsporê û Fenerbahçe de daxuyaniyên Serokê Duyemîn ê Amedsporê Cahît Akin wek tevgerek derveyî sportmeniyê nirxand û cezayê mehrûmiyetê lê birî. TFF'ê ragihand ji ber daxuyaniyên Akin cezayê mehrûmiyetê yê 10 rojan lê hatiye birîn.