Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin 2022-04-29 10:32:36   ŞIRNEX - Êrişên dewleta tirk û PDK’ê ku li ser Zap û Avaşînê didomin, ji Herêma Kurdistanê tên koordine kirin. Di heman demê de li qereqolên sînor ên Şirnex û Colemêrgê jî bi sewqiyata leşkerî, topbaran û bi birîna daran tê destekkirin.    Tirkiyeyê di 23’ê Nîsana 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn êriş dabûn destpêkirin. Tirkiyeyê di beriya hefteyekê salvegera êrişan de bi hevkariya PDK’ê vê carê jî bi navê “Pençe-Kîlît” êrişeke nû da destpêkirin. Di êrişên di hefteya duyemîn berdewam dikin de leşker sewqî herêmên ser sînor tên kirin. Êrişên piştî êrişên hewayî ji bejahiyê tên kirin jî li baregehên PDK’ê û qadên di bin kontrola wan de tên kirin. Tê diyarkirin ku di êrişên ku çeteyên Zerevan û Roj ên hêzên taybet ên PDK’ê tev li bûnê de ne gelek leşker hatine kuştin.    TOPBARAN Û SEWQIYATA LEŞKERΠ   Li gundên ser sînorên Colemêrg û Şirnexê dem bi dem liv û tevger çêdibe û ji qereqolên ser sînor herêmên di bin kontrola HPG’ê de tên topbarankirin. Li navçeyên ser sînor ên Şirnexê ku leşker zêde tên sewqkirin, bergiriyên li noxteyên kontrolan ên li ser rêyan hatine dayîn balê dikişînin.    HEJMARA LEŞKERÊN HATINE KUŞTIN   Dema mirov diçe navçeya Qilebanê TIR’ên ku malzemeyan dibin baregehên leşkerî tên dîtin. Li Qereqola Tabûr a Hidutê Yekemîn a li gundê Elemûnê ku yek ji gundên sînor ê Qilebanê ye, di saetên şevê de bênavber top tên avêtin. Li gorî îdiayê li herêmên nêzî sînorên gund şer qewimiye û gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyên ji hin çavkaniyan hatin bidestxistin, ji 40’an zêdetir eskeran jiyana xwe ji dest dane.    Liv û tevgera li qereqolên gundên Qilebanê en ser sînor, li navçeya Elkê jî didome. Konvoyên eskerî ku ji navenda navçeyê sewqî Çiyayê Kato yê li hemberî navçeyê tên kirin tên dîtin.    CERDEVAN DARAN DIBIRIN   Geşedaneke din a ji xeta ser sînor a balkêş jî cerdevanên ku di êrişên salên beriya niha de rast e rast dihatin bikaranîn, niha di birîna daran û çêkirina rêyan de tên bikaranîn. Bi taybetî cerdevanên li navçeya Qilebanê sewqî Herêma Kurdistanê nayên kirin. Li gorî îdiayê; hate ragihandin ku ji ber hêzên taybet ên PDK’ê baweriya xwe bi cerdevanan naînin nayên sewqkirin.    ÊRIŞ LI HERÊMÊ TÊN KOORDÎNE KIRIN   Li ser xeta sînor li hin cihan dengê topan tê û sewqiyat jî tên kirin. Bi hevkariya Tirkiyeyê û PDK’ê baregehên leşkerî yên li Herêmên Kurdistanê di êrişan de bi awayekî zêde tên bikaranîn. 73 baregehên eskerî û qeleqolên ku Tirkiye li Herêma Kurdistanê ji xeynî îstîxbaratê nikare bikarbîne, bi erêkirina PDK’ê bi armanca êrişan tên bikaranîn. Bi vê yekê li herêmê eniyeke şer a nû vebû. Dewleta tirk hemû êrişên ku niha berdewam dikin li Herêma Kurdistanê koordîne dike.