Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin 2022-04-29 10:54:57 MÊRSÎN - Li Mêrsînê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 10 endamên TOP’ê binçavkirin.    Polîsan li Mêrsînê di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û endamên Partiya Azadiya Civakî (TOP) A.A. , O.G. , S.B. , Z.K. , O.S. , O.Ş. , H.A û 3 kesên navên wan nehatin zanîn binçav kirin. Piştî polîsan mala her 10 kesan lêgerîn kirin ew birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.    Ji ber di dosyayê de biryara veşartî heye sedemê binçavkirinê nehate zanîn.