Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene 2022-04-29 14:13:49   ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan lîsteya nûjen a girtiyên nexweş parve kir û got 651 jê rewşa wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û li benda berdanê ne.    Komîsyona Girtîgehan a Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) lîsteya girtiyên nexweş a aktûel bi civînek çapemeniyê li avahiya xwe ya li Enqereyê ragihand. Rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk di civînê de axivî û diyar kir ku ji bo ew mafê girtiyên nexweş biparêzin xebatan dikin û li tevahiya girtîgehan 341 hezar û 502 girtî hene. Turkdogan destnîşan kir ku li girtîgehan 651 jê girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene.    Turkdogan da zanîn ku bi destpêkirina pandemiyê re gelek qanûn hatin çêkirin û girtiyên edlî hatin berdan û di navbera girtiyan de cihêkarî hatiye kirin û yên hatine berdan jî endamên rêxistinên sûc û kesên sûcên edlî kirine hebûn û girtiyên siyasî hatin piştguhkirin.