Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye 2022-04-30 09:04:46 STENBOL - Li Girtîgeha Bodrûm a Tîpa S'yê girtî Alî Dogan Aktay bi fermana "taybet" a Wezareta Dadê di hucreyekê de tê ragirtin.  Li Girtîgeha Bolû ya Tîpa S'yê girtî Alî Dogan Aktay, bi fermana "taybet" a Wezareta Dadê bi mehane di hucreyekê de tê ragirtin. Aktay, di sala 2016'an de li navçeya Gimgim a Mûşê di avêtina ser malê de hatiye binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "peydakirina teqemeniyan" hatiye girtin û ew xistine Girtîgeha Mûşê ya Tîpa E'yê. Aktay, 6 mehan di Girtîgeha Mûşê de maye û paşê bêyî hincet ew sewqî Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F'yê kirine. Aktay, tam 5 salan di vê girtîgehê de maye. Lê ji ber tunela di girtîgehê de hatiye dîtin di 2'yê Cotmeha 2021'ê de ew sewqî Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê kirine.    FERMANA 'TAYBET' A WEZARETÊ   Ezgî Aktay, xwişka Alî Dogan Aktay, gava diçe girtîgehê ji bo serdanê, li wir pê dihese ku birayê wê bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Aktay, sedema vê ji îdareya girtîgehê pirsiye, lê îdareyê tiştek jê re negotiye. Piştî israr kiriye, vê carê îdare jê re gotiye "me ew bir nexweşxaneyê, lewma bi tena serê xwe di hucreyê de ye."    Ezgî Aktay, bilêv kir ku piştî ku birayê wê israr kiriye îdareya girtîgehê li xwe mikur hatiye û gotiye, "Ev fermana Wezareta Dadê ye." Aktay got: "Ewilî hincetên cuda derpêş dikirin. Paşê em bi rastiyê hesiyand. Birayê min, bi fermana taybet a Wezareta Dadê di hucreyekê de dihêlin."    Aktay, destnîşan kir ku birayê wê bi zorê sewqî Girtîgeha Bolû ta Tîpa S'yê hatiyekirin. Aktay, bilêv kir ku 4 meh in birayê wê di Girtîgeha Bolû ya Tîpa S'yê de ye û got: "Ez heya Girtîgeha Bolû ya Tîpa S'yê çûm. Tiştek negotin. Gotin, 'em nikarint itşekî bibêjin, dê derûnas telefon bikin.' Me israr kir. Em bi vî awayî pê hesiyan. Li wir girtiyên siyasî tune bûn. Xwestine wî têxin nava girtiyên edlî, lê ji ber ku qebûl nekiriye ew xistine hucreyekê."    Aktay, da zanîn ku gava birayê wî bi zorê sewqî Kirikkale, Bolû û Bodrûmê hatiye kirin eşyayên wî yên sereke nedane wî û got: "Niha jî nahêlin pêwendiyê bi derve re deyne. Ne rojnameyê ne jî kovarê didin wî. Nikare bibibe aboneyê tu amûreke pêwendiyê. Her wiha gava em lazmatiyên wî dibin, îdare dibêje 'ev tişt li kantînê hene' û nadin wî. Ev tişt li kantînê pir biha tên firotin. Niha li girtîgeha Tîpa S'yê 9 girtiyên siyasî hene. Lê wan nabin cem hev du. Herî dawî 3 hefte berê çûm girtîgehê. Pê hesiyam ku name û faksên wan jî nagihên cihê xwe. Îdare bi hinceta 'saziyê xirab dikin' name û faksên wan naşîne."    'MALBAT JÎ TÊ CEZAKIRIN'   Aktay, destnîşan kir ku niha mafên sohbet û hewadariyê yên birayê wê tên astengkirin û cezayê muebeda giran lê hatiye birîn. Aktay, da zanîn ku ewilî ji ber du "sûcan" 20 sal ceza li birayê wê hatiye birîn, lê Dadgeha Îstinafê ev ceza kêm kiriye, daxistiye 16 salan û ev ceza niha li Dadgeha Bilind e. Aktay, got: "Du zarokên wî hene. Ji ber ku li dûra ye zarokên wî nikarin biçin cem wî. Jixwe armanc jî ev e. Dixwazin malbatê jî ceza bikin. Ji bo wî bitepisînin û bitirsînin wiha dikin."    Aktay got: "Gelo Wezareta Dadê bi fermana 'wê bi tenê bimîne' doza çi dike? Jixwe girtî di şert û mercên giran de dimînin, îja bi ragirtina di hucreyekê de doza çi dikin? Di demên dawî de bêhiqûqî, îşknece pir bûye lig irtîgehan, cenaze ji girtîgehan dertên. Ev tişt me diqilqilînin. Gelê kurd bi salan e bi awayekî belsebeb, neheq û bêhiqûqî tê girtin. Bi cinayetên kiryar nediyar hatr kuştin. Bi hezaran mirov bi hesreta zarokên xwe ne. Hin malbata hene hê jî cenazeyên xwe nedîtine. Gelên cîhanê ji dêvla bibin perçeyek vê lîstika qirêj a li hemberî kurdan, divê li ber wê rabin û dengê xwe bilind bikin."    'KURD LI BER XWE DIDIN'   Aktay, diyar kir ku ziman û çanda kurdan tune tê hesibandin, lê dîsa jî kurdan serî netewandiye. Aktay, destnîşan kir ku kurd li dijî "tunekirinê" li ber xwe didin û got: "Gel hemû divê li dijî van polîtîkayên sîstematîk, polîtîkayên tunekirin û înkarkirinê bibin yek."    MA/ Mehmet Aslan