Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin 2022-04-30 13:20:58   COLEMÊRG - Hate diyarkirin ku di şerê li ser xeta sînor a Colemêrgê berdewam dike de 11 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û li gundên li ser xeta sînor ji bilî mirovên pîr her kes ji gundan hatiye derxistin.    Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li Herêma Kurdistanê dane destpêkirin didomin. Piştî van êrişan li ser xeta sînor jî şer û pevçûn zêde bûn. Liv û tevgera eskerî ya zêde ya li ser xeta Colemêrg û navçeyên wê yên Gever û Çelê didome. Hate hînbûn ku di rojên dawî de 11 cenazeyên leşkeran anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Hate diyarkirin ku li ser xeta sînor sewqiyateke zêde ya leşkerî û sivîl tê kirin.    GUND TÊN VALAKIRIN   Ji ber ku şer û pevçûn dewam dikin, gundên li ser sînor hewl tê dayîn ku bên valakirin. Gundê Marînos ê li nêzî Çiyayê Kato yê Colemêrgê ku 4 rojan şer lê berdewam kir, bi valakirinê re rû bi rû ye. Hate diyarkirin ku piştî pevçûnan hemû ciwanên li gundê Marînosê dijiyan ji gund hatine şandin û di heman demê de şivanên ku li nifûsa gund neqeydkirî jî ji gund hatine derxistin.    NAHELIN KES BIKEVE GUND   Li gorî agahiyên hatin bidestxistin li gund tenê çend mirovên pîr mane, gelek birên pez bêşivan mane û gundiyên ji bo wergirtina pez diçin gund nahêlin biçin. Hate diyarkirin ku eskerên ku hemû ketin û derketinên gund girtine herêm weke “Herêma Ewlehî ya Eskerî” ragihandine.