Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê 2022-04-30 13:46:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat hînbûn ku Serfermandarê Artêşa Iraqê jî di nav de heyeteke paye bilind a leşkerî ya Iraqê çûye Şengalê.  Di vê pêvajoya ku êrişên Iraqê yên li ser Şengalê didomîn de Serfermandarê Artêşa Iraqê Ebdûl Emîr Yarallah jî di nav de heyeteke paye bilind a leşkerî û îstixbarî ya Iraqê çû Şengalê.    Derbarê naveroka ziyareta heyetê ne ji Rêveberiya Xweser a Şengalê ne jî ji Iraqê daxuyanî nehat dayîn.