Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn 2022-04-30 13:52:58   ÊLIH - Li Êlihê di navbera du malbatan de şer derket, yek jê jin 6 kes birîndar bûn.    Li Taxa Cumhuriyet a Êlihê di navbera du malbatan de şer derket û yek jê jin 6 kes birîndar bûn. Polîsên ku hatin cihê bûyerê ji her du malbatan gelek kes binçavkirin.    Her 6 kesên birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku xetereya jiyanî ya birîndaran nîne.