Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn 2022-05-01 09:01:34   STENBOL - Girtî Sînan Dûrmaz, diyar kir ku 10 meh in binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kiriklarê zêde bûne û got: "Em li bendê ne hûn bibin dengê me."    Girtî Sînan Dûrmaz ku di Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê de ye, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê nameyek şand. Dûrmaz, destnîşan kiriye ku girtîgeh veguheriye "îşkencexaneyê".    Dûrmaz, di nameya xwe de diyar kiriye ku li hemberî girtiyan "hiqûqa dijminatiyê" tê pêkanîn û gotiye: "Davêjin ser odeyên me û gefên bi vî rengî li me dixwin; 'Em ê we nehêlin, em ê ceza li ser ceza li we bibirin.' Bi taybetî jî di demên dawî de li girtîgehan îşkenceya li kurdan û girtiyên siyasî tê kirin zêde bûye û kesên îşkencê dikin jî tên xelatkirin. Pêkanînên kêfî û hiqûqa dijminatiyê zêde bûye û her diçe zêdetir dibe."    ‘EM BIFIKAR IN'   Dûrmaz di nameyê de destnîşan kiriye ku girtiyên kurd ên polîtîk bi zanebûnî dixin ode û blokên ji hev dûr û armanca vê "kuştin" e. Dûrmaz, bi lêv kiriye ku di 10 mehên dawî de binpêkirinên mafan pir zêde bûne û got: "Armanca sereke ya vê pêkanînê bi kuştina Garîbe Gezerê dest pê kir. Û herî dawî jî li Girtîgeha Sîlîvriyê bi îşkenceya giştî mirinê eşkere bû. Ev mirin wekî mirina biguman tê lansekirin, lê ev ne rast e. Ji ber van pêkanînan tu mirinên rû didin ne bi guman in. Em tên kuştin. Armanca sereke ya vê pêkanînê ev e. Ev mirin hemû piştî bicihkirina li ode û blokên ji hev dûr rû dan. Li van deran hem hevalên bi tena serê xwe dimînin hene, hem jî hemû ode ji hev dûr in. Em bifikar in ku li girtîgehên din jî bûyerên bi vî rengî rû bidin. Kes nikare bibêje dê bûyerên bi vî rengî li vira rû nedin."    ODEYÊN BIQAFES   Dûrmaz diyar kiriye ku girtî li odeyên wekî "qafes" tên binavkirin hatine bicihkirin ku di van odeyan de asîman û tav û roj nayê dîtin.    MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN   Dûrmaz daye zanîn ku girtiyên nexweş nayên sewqkirin û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin û gotiye: "Sewqên me yên nexweşxaneyê bi mehan nayên kirin. Nexweşînên me yên cidî hene û divê em biçin nexweşxaneyê, lê ancax 4-5 mehan carekê me dibin. Tenduristiya me her diçe xirabtir dibe."    FERZKIRINA 'POŞMANTIYÊ'   Dûrmaz destnîşan kiriye ku girtiyên ji girtîgehên din tên bi tahdeyeke derûnî re rû bi rû dimînin û çûna qawîşên "serbixwe" li wan tê ferzkirin û wiha gotiye: "Girtiyên ku vê ferzkirinê qebûl nakin bi mehan di odeyên biqafes de tên ragirtin. Hevalên me yên cezayên wan hindik mane, ji wan re dibêjin 'Biçin qawîşên serbixwe, an jî sûdê ji qanûna poşmantiyê bigire, bibêje poşman im, em te berdin.' Hevalên ku van ferzkirinan qebûl nakin jî gef li wan tên xwarin û ji wan re dibêjin 'ger tu qebûl nekî, em te bernadin.'"    ‘BIBIN DENGÊ ME'   Dûrmaz, di dawiya nameya xwe de diyar kiriye ku girtî li dijî van binpêkirinan çalakiyan li dar dixin û bang kiriye: "Em niha çalakiyê li dar dixin. Daxwaza me ji we hûn bi hesas nêzî van meseleyan bibin û em li bendê ne hûn bibin dengê me."