Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin 2022-05-01 18:02:21   ENQERE - Li Tandogan a Enqereyê bi dehhezaran kes tevli mîtînga 1'ê Gulanê bûn. Di mîtîngê de peyama "Em bibin yek, em ê ji bvê pergalê bihêztir bin" hat destnîşankirin.   Karker û kedkar piştî du salan li ber Navenda Çandê ya Ataturkê û li Kolana Kazim Karabekîrê kortej çêkirin. Çalakî bi dirûşmeya "em ê bi hev re biguherînin" bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) hat lidarxistin.    Partiyên çep, sosyalîst, Baroya Enqereyê, rêxistinên hiqûqê, xwendekarên zanîngehan, sendîkayên rojnamevanan, Komeleya Xebatkarên Şaredariya Enqereyê, Navenda Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê, Bîrleşîk Metal Îş, Komeleya Elewiyan a Demokratîk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), CHP, Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TÎP), SYKP, Partiya Kedê (EMEP), Kaldiraç, Partiya Şoreşger, Alinterî, Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG), Komeleya Jinan a Mîmoza, Tora Parastinê ya Jinan, Koma Çarşî ya Beşîktaşê, Yekîtiya Mulkiyeyan. Komeleya Dersimiyan a Enqereyê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û gelek rêxistinên pîşeyî û kedê tevli mîtîngê bûn.    Girseyê gava ber bi qada mîtîngê ve meşiya tim dirûşme berz kirin û daxwazên ji bo mafên karker û kedkaran, mafên jinan bilêv kirin.    Di korteja HDP'ê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, parlementerên partiyê Fîlîz Kerestecîoglû, Zeynel Ozen û endamên Desteya Rêvebir a Navendî ya partiyê jî di nav de gelek endamên partiyê cih girtin.    Piştî girse bi tevahî hat qadê bernameya 1'ê Gulanê jî dest pê kir.   Di bernameyê de peyamên kesên di Doza Geziyê de hatine girtin hatin xwendin. Di peyama ji Girtîgeha Sîlîvrî û Bakirkoyê hatin de ev tişt hatin gotin: "Roja têkoşînê û yekîtiyê ya çîna karkeran pîroz be. Em ê 1'ê Gulanê di roja 1'ê Gulanê de li qadan bi hev re pîroz bikin. Em ê li dijî zilmê li ber xw ebidin. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Dê têkoşîna me ya wekhevî û demokrasiyê bi ser bikeve."    Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê Huseyîn Koklu, ewilî axivî. Koklu got: "Rejîma yekzilamî ji bo dawî li zewq û sefaya wê neyê êrişê tîne ser azadiyên me û mafên me. Ên li ber van êrişan radibin û dibêjin na hûn nikarin tiştekî wiha bikin, wan tune dike."    Koklu di berdewama axaftina xwe de piştgiriya xwe ya ji bo kesên di Doza Geziyê de ceza li wan hatine birîn ragihand. Koklu got: "Tenê ne hevalên me, bila xwediyên vê pergala heramiyan jî bibihîsin. Bila bibihîsin ku xew li wan biherime. Bila bibînin ku kedkar çawa xwedî li jiyana xwe derdikevin. Bila fêm bikin ku ev pergal wisa nadome."    Paşê Nûnerê DÎSK'ê yê Enqereyê Tayfûn Gorgun daxuyaniya hevpar xwend.    Gorgun got: "Ev pergal, pergaleke ku temînata kar bi destê dewletê, bi fermanekê ji holê tê rakirin û bi vê fermanê her kes betal dibe... Fatûre, kirê, deyn, metbex nasekinin. Bi milyonan mirovên ceryanên wan hatine qutkirin dê çawa bisekinin. Dê kesên betalmayî li benda çi bisekinin? Na, nikarin bisekinin. Na, em îtiraz dikin. Em dixwazin debara xwe bikin. Em dixwazin wekî mirovan bijîn û em vê li ser kursuya xwe ya 1'ê Gulanê bi hev re diqîrin."    Paşê Gorgun daxwazên xwe rêz kirin. Gorgun, piştî daxwazan got: "Em, kesên li ber vê pergalê radibin ger bibin yek, em ê ji vê pergalê bihêztir bin. Û em li vê meydanê dibêjin; em mafdar in, em ê bibin yek û bi ser bikevin."   Mîtîng bi konsera Grûp Kîbele bi dawî bû.    Piştî mîtîngê bi hezaran kes bi berzkirina dirûşmeyan ji Tandoganê heya Qada Kizilayê meşiyan.