Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê' 2022-05-01 19:32:20   ŞIRNEX - Li Cizîrê bi pêşengiya MEBYA-DER'ê serdana goristanan hat kirin. Di serdanê de Nûran Îmîr a HDP'î ragihand ku dê li avahiyên partiyê yên bajar û navçeyan li dijî şer û mirinan "Nobedên Jiyanê" bidin destpêkirin.    Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi pêşengiya Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) serdana goristanan hat kirin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr, rêxistina partiyê ya Cizîrê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek kes tevli serdana goristanan bûn.    Ewilî serdana Goristana Banê Senefîsê ya li Taxa Yafesê hat kirin. Bi dû re serdana Goristana Asrî ya Cizîrê hat kirin. Li goristanan serdana gorên kesên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane hat kirin. Li ser goran dua û fatîhe hatin xwendin û kesên jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.    LI DIJÎ ŞER 'NOBETÊN JIYANÊ' DEST PÊ DIKIN   Di serdana goristanan de Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî. Îmîr, diyar kir ku ji bo xwedîderketina li nirxên xwe û bibîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane ev serdan kirine. Îmîr, destnîşan kir ku xwedî li têkoşîna wan derdikevin û got: "Di arîfeya vê cejnê de jî li sînorê me şerek heye. Em dixwazin di hemû cejnan de aramî û aştî hebe. Lê desthilat sirf ji bo temenê xwe dirêj bike şeran dide destpêkirin. Zarokên vî gelî tên kuştin. Em, ji ber ku me doza aştiyê kir me bedêlên giran dan, lê çi dibe bila bibe em ê tim û tim li dijî şer doza aştiyê bikin. Em ji bo li dijî şer aşti û li dijî mirinê jî jiyanê biparêzin em nobedê didin destpêkirin. Em ê di vê cejnê de li dijî vî şerî li avahiyên partiya xwe 'Nobeda Jiyanê' bigirin. Ji bo tevlîbûnê em bang li hemû gelê xwe dikin."